'Em ne li şaredariyê ne, lê em di nav gel de ne' 2019-11-06 09:39:06 COLEMÊRG – Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê, her çi qas qeyûm hatibe tayînkirin û nikaribin biçin şaredariyê jî her roj ew û gel li hev kêm dibin. Endamên meclîsê gotin: "Em ne li şaredariyê ne lê em di nav gel de ne. Gelê me ji bo 5 salan em peywirdar kirine û ji bo em layiqê vê peywirê bin em ê ji bo gelê xwe bixebitin."  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin, Hevşaredar Cîhan Karaman bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û ji roja qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î nikarin biçin şaredariyê. Lê dîsa jî endamên meclîsê her sibeh diçin avahiya HDP'ê ya bajêr û tevî rêveberên partiyê tev li civînan dibin û serdana malbatan dikin.    'EM BI GELÊ XWE RE NE'    Endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Humeyra Armût, destnîşan kir ku hevşaredar Cîhan Karaman bi hincetên "derew" hatiye girtin. Armût, got: "Ev berê hatiye amadekirin. Bi hincetên ji rêzê hevşaredar Cîhan hat binçavkirin û paşê hat girtin. Ji bo tayînkirina qeyûm pergala hevserokatiyê kirine hincet. Lê belê ev pergal xeta me ya mor e û em ê li her platformê biparêzin. Em ê tu carî nebin perçeyek ji şerê îktîdarê. Em ê xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin."    Armût, diyar kir ku tayînkirina qeyûman di asasê xwe de êrîşeke li ser destekftiyên jina ye û got, ew ê tim li cem jinan bin û bitêkoşin. Armût, got: "Ji bo me tu tişt neguheriye. Em ê tevî partiya xwe tim li cem gel bin. Em ê neheqî û nelirêtiyên hatine kirin tim bibêjin."    Mîkaîl Erdal jî diyar kir ku di sala 2014'an de jî endamê meclîsê bûye û bûye cara dudoyan ku ji ber tayînkirina qeyûman ji peywirê tê girtin. Erdal, got: "Ji bo tiştên em ji bo gel dikin bên astengkirin qeyûm tayîn kirin. Lê em di nav gel de ne û em ê tim xizmeta gel bikin."    ‘GEL JI BO 5 SALAN EM PEYWIRDAR KIRIN'    Endamê meclîsê Emîn Ertûş jî got: "Gel ji bo 5 salan em peywirdar kirine û em encûmen in ku bi awayekî fermî hatine hilbijartin. Dibe ku em bi darbeyeke siyasî ji şaredariyê hatibin dûrxistin, lê belê tevî 18 hevalên xwe yên endamên meclîsê em 24 saetan di nav gel de ne. Em tevî partiya xwe serdana malan dikin. Ji niha û pê ve jî çi ji destê me bê em ê bikin û xizmeta gelê xwe bikin."    Endama meclîsê Sînem Dûran jî got: "Her çi qas em nikaribin biçin şaredariyê jî em tim di nav gel de ne. Wê zext û zorî nikaribin me bitepisînin. Em ê tevî partiya xwe tim di xizmeta gelê xwe de bin."