Sonmez: Wê gel bi pêşnûmaya bacê ya nû hîn bêtir xizan bibe 2019-11-06 09:38:15 STENBOL - Aborîzan Mûstafa Sonmez, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên hundir û derve yên AKP'ê krîza aborî kûrtir bûye. Sonmez, anî ziman ku AKP bi pêşnûmaya nû ya bacê dixwaze krîzê rawestîne û got: "Wê gel bi vê pêşnûmayê hîn bêtir xizan bibe."  Aborîzan Mûstafa Sonmez, krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxand.    ‘ABORÎ BÊÎTIBAR BÛ'    Sonmez, destnîşan kir ku ji roja AKP bûye îktîdar heta niha gelek şikestin çê bûne û got, piştî sermayeya ku bi deynan dimeşiya xitimî krîz hat vê astê. Sonmez, anî ziman ku polîtîkaya aboriyê ya AKP, tenê ji bo pêkanînan armancên xwe yên siyasî ye û got: "Ji bo xwe bigihîne vê armanca siyasî pri zor da sînorên aboriyê. Bi deynan hat heta niha û ji ber vê her çû hem li derve hem jî li hundur aborî bêîtibar bû."    Sonmez, destnîşan kir ku sedemeke xirabûna rewşa aboriyî polîtîkayên Tirkiyeyê yên derve ye û got: "Ligel vê rewşa aborî ya xirab, polîtîkaya wê ya fetihparêz jî bû sedema zêdebûna rîskê. Par pêşî krîza dowîzî rû da û bi vê re enflasyon zêde bû. Piştî aborî ket depresyonê û biçûk bû, betalî zêde bû. Hîn jî ji vê yekê xelas nebûye."    ‘WÊ ENFLASYON DÎSA ZÊDE BIBE'    Di meha Cotmehê de enflasyon kêm bû û bû 8.55. Aborîan Sonmez ji bo vê yekê jî got: "Ev tiştekî arîtmetîkî ye. Ji ber enflasyona meha Îlon û Cotmehê ya par pir zêde bû, di warê matematîkî de enflasyona Îlon û Cotmeha îsal wisa bûye. Lê belê wê di Mijdar û Kanûna îsal de careke din bibe du reqem. Bi awayekî salane herî kêm enflasyoneke ji sedî 12, ji xwe ew jî vê yekê qebûl dikin, enflasyoneke pir zêde ye. Li cîhanê ji sedî 3-4 e, lê li Tirkiyeyê ji sedî 12 ye. Ev ne serketin e."    Sonmez, anî ziman ku gelek dînamîk hene ku enflasyonê zêde dikin û got: "Mesela hîn jî hilberîna çandiniyê nehatiye zîndekirin. Ji ber vê enflasyona zexîreyî heye û wê careke din enflasyona zexîreyî rû bide. Kêmkirina di dowîzê de pêk nehat. Aborî, aboriyeke pir şikestî ye. Dînamîkên ku ji nişkave enflasyonê zêde bikin li hemana ne."    ‘WÊ GEL XIZAN BIBE'    Sonmez, destnîşan kir ku ji bo pêşî li ber krîza aborî bê girtin ji Xezîne û Bankeya Navendî gelek çavkanî hatine bikaranîn û got: "Kêmaniyên budçeyê pir zêde bûne. Niha ji bo vê yekê bînin mêzênê, divê ji hêlekê mesrefan kêm bikin ji hêlekê jî çavkaniyên nû bibînin."    Sonmez, anî ziman ku Tirkiye ji bo çavkaniyan biîne pêşnûmayeke nû ya bacê amade kiriye û got: "Hîn tam zelal nebûye ku dê bi vê pêşnûmayê bacê ji kê bigirin. Lê kê distînin bila bistînin dîsa ê xizan bibe wê gel be. Çimkî heger ji derdora sermayeyê bigirin jî, şansekî sermayeyê heye ku vê yekê li sinifên biniya xwe bar bike."