Estûkyan: 'Peymana Tirkîtiyê' di dewrê de ye 2019-11-06 09:34:40 STENBOL - Rojnamevanê ermen Pakrat Estûkyan, diyar kir ku AKP, CHP, Partiya ÎYÎ'yê û MHP li dor "Peymana Tirkîtiyê' li hev kom bûne û got: "Gava mesele tê ser ermenî û kurdan, cudahiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin tirk hemû li dor wê peymanê tên cem hev du."    Meclîsa Temsîlkaran a Kongreya DYA'yê di 29'ê Cotmehê de pêşnûmaya derbarê Qirkirina Ermeniyan a 1915'an de bi awayekî fermî qebûl kir. Di Meclîsê de biryara Meclîsa Temsîlkaran ji aliyê AKP, MHP, CHP û Partiya ÎYÎ'yê ve hat redkirin. Rojnamevan-nivîskarê ermen Oakrat Estûkyan, pêşnûmaya li Meclîsa Temsîlkaran hat qebûlkirin nirxand.    Estûkyan, destnîşan kir ku nîqaşkirina ji bo qirkirinê jî ew rencîde kiriye û got, cîhan hemû dizane ku tiştên di sala 1915'an de pêk hatin qirkirin bû. Estûkyan, anî ziman ku ev yek bi gelek belge û delîlan hatiye pesendkirin û got: "Beriya her tiştî 100 sal berê li vê axê 2 milyon ermenî hebûn. Lê niha tenê 60 hezar ermenî hene. Ev bi tena serê xwe jîd elîl e. Loma li qadên siyasî, bi saîq û hesabên siyasî nîqaşkirinê vê yekê bi xwe jî me nerihet dike. Sala 1915'an bê şik û guman qirkirin e. Û îro ji bo hesab û kîtabên siyasî tê nîqaşkirin. Heqekî Ewropa û Amerîka ya ji bo hesabên siyasî nîqaşkirina vê yekê tuneye.   Estûkyan, destnîşan kir ku Meclîsa Temsîlkaran ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêşnûmaya derbarê mueyîdeyên ji bo Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hin wezîran de qebûl kiriye û got: "Ev mueyîde, mueyîdeyine pir giran in. Heta mirov dikare bêje ku rûmetê jî bin pê dikin. Ev pêşnûma ji ber siyaseta AKP û Erdogan çê bûne. Du nîşaneyên van encaman hene. Ya ewil, pozîsyon û cihê Tirkiyeyê yê di qada navneteweyî de; ya dudoyan tengijîna Tirkiyeyê ya di warê aborî de. Ev rewş tesîreke neyînî li her duyan jî dike. AKP, li ser navê misilmantiyê ket rê, lê hema bêje niha dewletên ereb hemû li hemberî wê ne. Yanî biryar Meclîsa Temsîlkaran encama van tiştan e."    ‘PEYMANA TIRKÎTIYÊ' DI DEWRÊ DE YE    Estûkyan, bal kişand ser redkirina biryara Meclîsa Temsîlkaran ku AKP, MHP, CHP û Partiya ÎYÎ'yê bi yek dengî ew red kirin û got: "Bariş Unlu, di pirtûka xwe ya bi navê 'Peymana Tirkîtiyê' de helwesta her 4 partiyan vegotiye. Bi rastî jî Unlu di vê pirtûka xwe de behsa peyameneke ku di rastiyê de tuneye dike. 'Peymana Tirkîtiyê' ew peyman e ku behsa civakeke ku ji be rhin refleksan tê cem hev du û behsa feraseta dewletê dike. Îjar gava mesele tê ser Qirkirina Ermeniyan an jî neheqiyên li ermenana û zext ûz oriyên li kurdan, demildest 'Peymana Tirkîtiyê' dikeve dewrê. Cudahiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin tirk hemû li dor wê peymanê tên cem hev du."    MA / Ferhat Çelik