Serokê RTUK'ê îstîfa kir 2019-11-05 20:22:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê RTUK'ê Ebubekir Şahîn îstîfa kir   Serokê RTUK'ê yê ji kontenjana CHP'î hatibû bijartin Ebûbekîr Şahîn, ji peyvira xwe îstîfa kir. Piştî niqaşên di navbera Endamê RTUK'ê Faruk Bîldîrîcî û Serokê RTUK'ê Ebubekir Şahin a li ser endamtiya TURKSAT û Saziya Îlan û Çapemeniyê de dest pê kir, Serokê RTUK'ê Ebubekir Şahin îstifa kir. Têkildarî mijarê endamê RTUK'ê Îlhan Taşci ji Oda TV re axivî û diyar kir ku piştî niqaşan Ebubekir Şahin îstîfa kiriye û biryara wî ya îstîfayê di cih de ye."