Balafirên TSK'ê piştî Xanesorê, Barê bombebaran kirin 2019-11-05 19:43:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên F-16 yên TSK'ê di saetên êvarê de herêma Barê ya girêdayî Şengalê bombebaran kir.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Balafirên şer ên F-16 yên TSK'ê saet li dora 17:00‘an, herêma Barê ya Şengalê bombebaran kir. Der barê encamê bombebaranê de agahî nehatin girtin. Balafirên şer ên TSK'ê duh jî navendeke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bombebaran kirin. Di encamê de 3 şervanên YBŞ‘ê birîndar bûn.