Welatiyê wesayît lê qelibî giran birîndar bû 2019-11-05 18:07:03   AMED - Li semta Ofîsê ya Amedê wesayîteke fermî li kesê bi navê Remzî Gundem qelibî û bi giran birîndar bû. Li serê kolana Hunerê ya li Semta Ofîsê ya Amedê pîkaba bi plakaya fermî 21 UA 549 li kesê bi navê Remzî Gundem qelibî û welatî di bin erebê de ma. Gundem bi giranî birîndar bû. Welatiyên li hawirdorê çûn hewara birîndar. Her çi qas welatiyan bang li ambûlansê û polîsan kir jî lê ambûlans dereng hat û polîsên her tim li serê Kolana Hunerê ne, di vê kêliyê de qet nehatin cihê bûyerê. Piştî ambûlans hat cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyê.