Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan 2017-12-04 19:52:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerê bi navê Taner H. ku li Artêşxaneya Erzînganê bi pehîn û kulman li têjika pisîkê da, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.    Leşkerê bi navê Taner H. ku li Artêşxaneya Erzînganê bi kulm û pehînan têjika pisîkê îşkence kir û hat binçavkirin, sewqî Edliyeya Erzînganê hat kirin. Taner H., di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de diyar kir ku ew li Stenbolê dijî, ji heywanan hez dike, ew bi xwe jî wan xweyî dike lê belê 4 roj berê ew û dergistiya xwe ji hev qetiyane û ji ber vê rewşa wî ya derûnî nebaş e û roja bûyerê wî araq vexwariye û ji ber kirinên xwe ew poşman e.    Piştî îfadeyê, ka tiryakê bi kar tîne yan na Taner H. birin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mengucek Gaziyê. Taner H. bi şertê venêrîna edlî hat berdan.