‘Girtina hevşaredarê me ne hiqûqî, siyasî ye’ 2019-11-05 15:50:15   COLEMÊRG – Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê bertek nîşanî girtina hevşaredarên xwe Cîhan Karaman dan û diyar kirin ku hênceta girtina hevşaredarê wan ne hiqûqî ye siyasî ye.      Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê têkildarî tayînkirina qeyûm a şaredariyê û girtina Hevşaredar Cîhan Karaman, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê endamên Meclîsê Hevşaredar Humeyra Armût diyar kir ku biryara tayînkirina qeyûm berê hatiye dayîn.  Armût da zanîn ku tevî hemû zext û sepanên antî demokratîk hevşaredarê wan Cîhan Karaman ji sedî 60’î bi dengê gel hatiye bijartin û got: “Girtina Hevşaredarê me Cîhan Karaman ne hiqûqî ye. Di encama biryarek siyasî de hatiye girtin. Dixwazin bi girtinê ji bêhiqûqiyê re kirasekî çêbikin. Yên tên bijartin divê bi hilbjartinê jî biçin. Tewanbariya li dijî hevşaredarê me ne di cih de ne û bêbingeh in.”    Armût, anî ziman ku ew ê wek nûnerên gel pêvajoyê bişopînin û li dijî îradeya gel bêhiqûqiya hatiye kirin li cihên pêwîst serlêdana sûc bikin.