Li Qoserê berteka li dijî polisan: Ev bajar bajarê me ye 2019-11-05 13:52:15 MÊRDÎN - Polisan bi mertalan êrîşî HDP'iyên ku xwestin tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Qoserê şermezar bikin, kir. Girseyê bertek nîşanî polisan da û bi dûrişmeya "Ev bajar bajarê me ye" meş li dar xist. Duh Hevşaredara navçeya Qoserê ya Mêrdînê Nilufer Elîk Yilmaz a HDP'i ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat girtin û qaymeqamê navçeyê weke qeyûm tayînî şûna wê hat kirin. Tayînkirina qeyûm îro jî weke duh hat şermezarkirin. Polisan avahiya şaredariyê dorpêç kir û HDP'iyên ku ji derveyî navçeyê xwestin biçin navçeyê asteng kir. Polisan, li navenda Mêrdinê noqteyeke kontrolê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku beriya qeyûm tayînê wê jî hatibû kirin, danî û wesayîtên ku ji Mêrdînê xwestin biçin navçeya Qoserê rawestand û kontrola nasnameyê kir. Polisan di kontrolê de destûr nedan kesên ku navê wan di lîsteya di destê wan de hebûn derbasî Qoserê bibin. Di vê navberê kesên ku xwestin li ber avahiya Şaredariya Qoserê li hev kom bibin, ji ber dorpêça polisan li derdora avahiyê derbasî Parqa Leyla Qasim bûn. Polisan, li vir jî nasnameya kesên ku li hev kom bûbûn çend caran  kontrol kir.   HEVŞAREDAR DERB KIRIN    Dema ku girseyê ji ber kontrolkirina çend caran a nasnamêyê bertek nîşanî polisan da, polisan ji girseryê re got ku ew çi zanin di nav 5 deqeyan de derbarê wan biryar lêgerînê derneyê. Her wiha Hevşaredar Zeynî Îpek ji ber ku nexwest nasnameya xwe bide polisan, polisan ew defandin û derp kirin. Li ser vê gengeşiyê Amîrê Polisan hat parqê û baxçeyê çayê yê di nav parqê de bi xwediyê wê da girtin û mese û kursiyan da berhevkirin.    Nûçegîhanê me yê ku berhevkirina mese û kursiyan dikişand ji aliyê polisan ve hat astengkirin û gef li hat xwarin. Ji ber ku mese û kursî hatin berhevkirin, HDP'î li nav parqê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi destpêkirina çalakiyê re polisan êrîşî girseyê kir. Amîrê polisan fermana "paqij bikin" da polisan û polisan Hevşaredar Nilufer Elîk Yilmaz û kesên pê re bi mertalan defandin û derp kirin.    'ÇÎROIKA AKP'Ê QEDIYAN'    Di vê kêliyê de Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bi van gotinan bangî polisan kir: "Hûn kî paqiş dikin. Ev bajar bajarê me ye. Qoser a me ye. Dawiya AKP'an ku hûn pê bawerin hat. Çîroka AKP'ê qediya. Hûn ê jî bi wan re herin."   'EM Ê SERÊ XWE QET NETEWÎNIN'    Piştî ku polisan diyar kir ku dê destûr nedin daxuyaniyê, girse ji Parqa Leyla Qasim heta Qada Azadiyê meşiya. Di dema meşê de ku bi tilîlî û dûrişmeyan berdewam kir de Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr bang li gel kir ku piştgirî bide wan û got ku gelê kurd bi bin êrîşeke mezin de ye û têkildarî tayînkirina qeyûman ev tişt got: "Ev tola DAIŞ'ê ye".    Îmîr da zanîn ku dê gelê kurd li vîna xwe xwedî derkeve, li her derê bersiv bide faşîzma AKP-MHP'ê û qet serê xwe netewîne û ev anî ziman: "Ev derê bajarê hilbijartiyaye. Dixwazin vîna sindoqê ji holê rakin. Lê ew her roj jî sindoqê deynin vîna vî bajarî em in. Wê gelê kurd qet serê xwe ji we re netewîne. Em kurd temînata demokrasiyê ne."   Kesên li hovirdorê jî bi çepik, dûrişme û nîşaneya serkeftinê piştgirî dan girseya ku meş li dar xist. Y