Bariş: Êrişa li dijî Şengalê dewama êrişên DAIŞ’ê ye 2019-11-05 13:51:29 STENBOL – Civaknasê êzidî Azad Bariş bertek nîşanî êrîşa Tirkiyê ya li dijî Xanesora Şengalê da û got: “Bombebarankirina Şengalê berdewamiya êrişên DAIŞ’ê ye.”  Balafirên şer ên Tirkiyê duh navçeya Xanesorê ya Şengalê bombebaran kir. Hat zanîn ku di êrişê de herî kêm 3 sivîl birîndar bûne û rê li ber ziyanek mezin a madî jî vekiriye.    Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê civaknas Azad Bariş ê êzidî bertek nîşanî bombebarankirina Xanesora Şengalê da.   ‘SEDEMA ÊRIŞAN DIJMINAHIYA GELÊ KURD E’    Bariş anî ziman ku yek sedema êrişan heye ew jî dijberiya li dijî gelê kurd e û got “Êrşên li dijî axa Başûr, Şengalê û Rojava yek sedemê xwe heye ew jî dijminahiya li dijî kurdan e. Yanî neyartiya li dijî gelê kurd sînoran derbas kiriye. Dijminahî xwe digihîne her cihên ku kurd lê ne. Dixwazin li her devera kurd lê dimînin komkujiyan pêk bînin û kurdan tune bikin. Ji Efrînê heta Başûr konspetek şer hatiye destpêkirin û didome. Dewleta tirk tehamulî gelê kurd nake. Tu hiqûqa hundirîn û navdewletî nas nake û êrişan berfireh dike. Êrişa li dijî Xanesorê jî parçeyek dijminahiya gelê kurd e.”    ‘ERDOGAN FERMANÊ DIDE’    Bariş anî ziman ku Tirkiyê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd polîtîkayek tund a şer daye destpêkirin û wiha got: “Dixwazin nijada kurd paqij bikin. Ev êrîş li dijî nenasîna hebûna kurd û êzidiyan e. Naxwazin ku mafê jiyanê ji bo kurdan were nasîn. Serokkoamr Erdogan ê AKP’yî bi taybetî êzidiyan kiriye armanca xwe. Nûnerê ferman, komkujî û êrişên li dijî kurdan û baweriyên cuda Erdogan e. Erdogan bi xwe fermana tunekirinê dide.    ‘DEWAMA ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê YE’    Bariş destnîşan kir ku êrişa duh a Tirkiyê ya li dijî Xanesora Şengalê berdewamiya êrişên DAIŞ’ê yên 2014’an ên li dijî Şengalê ye û got: “Tu ferqa Şengal û Efrînê ji bo dewleta serwer nîne. Ji bo Tirkiyê tu ferqa Kobanê û Xanesorê tune ye. Ji bo Tirkiyê tu ferqa Başûr û Rojava û Bakur û Rojhilat nîne. Heta mirov dikare bêje ku desteserkirina vîna gel ango tayînkirina qeyûman, binçavkirin û girtina li ser partiya me konseptek ji vê parçeyê tunekirina kurdan e.”    ‘DIVÊ DINYA BÊDENG NEMÎNE’    Bariş li dijî êrişên Tirkiyê ya li ser Şengalê bêdngiya raya giştî ya dinyayê jî rexne kir û xwest raya giştî ya dinyayê li dijî van êrişên Tirkiyê yên tunekirinê bêdeng nemîne.