Zarok dît, lê tundî ne dît 2019-11-05 12:39:52 ÊLIH - Walîtiya Êlihê, derbarê dîmenê zarokê binavê M.Y. ê li xacerêyên Êlihê camên wesayîtan paqij dike ku di dema civakî de deng veda de daxuyanî da, lê walîtiyê derbarê tundiya polîsan a li zarok dike de tu tişt negot. Li Êlihê, dîmenê zarokê biçûk ê bi navê M.Y. ê di çembera polîsan de rastî tundiyê hat, di medya civakî de deng veda. Di dîmenê hatiye kişandin de xuya dike polîsan  berstûka zarokê biçûk ê li xacerêyên Êlihê camên wesayîtan paqij dike, girtine û ber xwe de kaş dikin. Dîsa di dîmen de xuya dike ku welatiyên derdorê mudaxileyî polîsan dikin û ji wan re dibêjin “Ev zarokek biçûke, berdin.” M.Y. ê polîsan berstûka wî girtine bi tirsek mezin hem digirî û hem jî bi qajînî dibêje “Keko keko min ber de.”   WALÎTIYÊ DAXUYANÎ DA   Walîtiya Êlihê ji ber bertek û deng vedana dîmenê M.Y. daxuyaniyek nivîskî weşand. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ekîbên Miduriyeta Şaxa Zarokan a Miduriyeta Ewhiyê ya Bajarê me, di 03.11.2019’an de roja Bazarê saet 21.00’an de li dûryan, cade û kolanên bajêr ji bo zarokên dixebitin, tên xebitandin û parsekiyê dikin dest bi kontrola rojane kirin. Ekîbên me 4 zarokên ku camên wesayîtan paqij dikirin, kesên derdorê aciz dikirin û ewlehiya trafîkê dikirin xeteriyê dîtin. Ji ber ku ekîbên me nêzî zarok bûn 3 zarok reviyan û zarokekê jî erkdarên me xwestin wî biparêzin. Zarokê ku li cihê bûyer tirsiya giriya û dest bi qîrineyê kir. Welatiyên derdorê yên xwestin mudaxilê bûyerê bibin, hatin astengkirin.”   DERBARÊ TUNDIYÊ TIŞT NEGOT   Bal kêş bû ku walîtiyê di daxuyaniya xwe de li şûna zarokê biçûk bi parêzeke polîs parastin û derbarê tundiya li zarok hat kirin de tu daxuyanî neda.