Xwendekar: Bi YOK'ê dest bi yek tîpê û bi 15'ê Tîrmehê dest bi tasfiyeyê kirin 2019-11-05 10:41:07 STENBOL - Xwenekarên Zanîngehê, bi minasebeta 6'ê mijdarê salvegera damezirandina YOK'ê amadekariya çalakiyên şermezarkirina YOK'ê dikin. Xwendekaran anîn ziman ku YOK berhemê darbeya 12'ê îlonê ye û wiha gotin: "Bi YOK'ê yek tîpî ava kirin û bi 15'ê Tîrmehê jî tasfiye kirin. Piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980’an, wekî li ser hemû beşên civakê li ser xwendekar û zanîngehan jî zext zêde bûn û di 6'ê mijdara 1981'an de YOK hat avakirin. Lijneya Hindekariya Bilind (YOK), hemû rêveberiyên zanîngehan xistin bin kontrola xwe û ji aliyê navendekê ve zanîngeh bi rêve birin. Hem rêya pewerdehiya demokratîk û zanistî girt û hem jî rê li pêşiya perwerdehiya bi pere vekir. Zexta li ser xwendekaran zêde bû. Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê jî OHAL hat îlankirin û bi KHK'yan gelek hîndekar ji zanîngehê hatin dûrxistin. Xwendekar hatin binçavkirin û girtin. Bi nêzîkbûna salvegera YOK'ê re, xwendekar dîsa amadekariya şermezarkirina çalakiyan dikin. Xwendekarên Stenbolê li Qada Beyazitê dê saet di 14.00’ê 6'ê mijdarê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    Xwendekara Beşa Mîmariyê ya Zanîngeha Yildiz Teknikê û Endama Lijneya Rêveber a GENÇ-SEN'ê Esra Can, diyar kir ku bi avakirina YOK'ê re li dijî zanîngeh û xwendekaran darbeyek pêk hat û wiha got: "Bi YOK'ê re xwestin destkeftiyên xwendekaran bi sînor bikin. Xwestin tevgera xwendekaran perçe bikin. Xwestin xwendekaran bihilînin û xwendekarên yek tîp  ava bikin. Îktîdara siyayî ya niha jî dixwaze li gorî profilê xwe şiklekî ava bike. Divê zanîngeh ji aliyê cewher ve bê birêve birin. Cewher û Kirdeya zanîngehê xwendekar in û divê ji aliyê xwendekaran ve bê rêvebirin. Divê zanîngeh xweser bin.  Lê YOK, li dijî zanîngehên xweser û perwerdehiya zanisti û demokratîk e. YOK li gorî berjewendiyên sermaye û îktîdarê tev digere û li gorî wê modelê ava dike. Em li dijî vê yekê têdikoşin. "    ‘EM DÊ DORPÊÇÊ BIŞKÎNIN'   Can, da zanîn ku niha zanîngeh ne tenê ji aliyê YOK'ê ve di heman demê de ji aliyê Lijneya Jor a Radyo Televizyonan (RTUK) ve jî tê kontrolkirin û dorpêçkirin û wiha lê zêde kir: "Li aliyeki YOK, li aliyekî din medya îktîdarê binûçeyên derew dixwase her tiştî şolî bike û berovajî bike. Îro bi rêya RTUK’ê sansur û tundiyê pêş dixin. Polîs xistin zanîngehê. Bi rehetî li nava zanîngehê digerin. Ev bi xwe dorpêç e. Em dê vê dorpêçê bişkînin:"    ‘KEVNEŞOPIYA MAHÎRAN KIRIN ARMANC    Xwendekara Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Stenbolê û endama Yekitiya Ciwanên Şoreşger (DGB) Gozde Ekicî jî anî ziman ku xwendekarên zanîngehê her dem hêza têkoşîna civakî ye û wiha got: “Kevneşopiya xwendekarên zaningehê ya ji Mahîr û Denîzan hatiye heye. Îro bi YOK'ê xwestin vê kevneşopiyê ji holê rakin. Lê bi OHAL û darbeya 15'ê Tîrmehê xwestin perçe bikin. Piştî darbeyê tasfiyeyek mezin pêş hat. Kadroyên akademîk û xwendekar ji zanîngehê dûr xistin. Zaningeh êdî xizmeta civakê nakin. Xizmeta sermayeyê dikin. Em dê wekî DGB'ê ji bo azadî û pêşeroja xwe û ji bo parastina mafê xwe yê perwerdehiyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em hemû xwendekaran dawetî çalakî û daxuyaiya li Beyazıtê dikin."