Dewlet li şûna komirê keviran belav dike 2019-11-05 09:18:44 COLEMÊRG – Li Colemêrgê, di nav komira ku dewlet belav dike de kevir derketin. Welatiyên ji dêvla komirê di kîsan de kevir dîtin, kîsên komirê danîn qeraxa rê.  Li Colemêrgê, di nav komira ku dewlet beşav dike de kevir derketin. Welatiyên ji dêvla komirê di kîsan de kevir dîtin, kîsên komirê danîn qeraxa rê. Welatıyan, got: "Heger ji me bawer nakin, bira werin va ye kîs li vira ne. Bila werin mêze bikin."    NE KOMIR E, KEVIR E   Şêniyê Taxa Berçelanê Bedel Yîgît, anî ziman ku komira li wan tê belakirin, ne komir e kevir e. Yîgît, diyar kir ku wan kîsên li wan hatine belakirin dane ber rê û xwest rojek berî rojekê ew kîs bên rakirin. Yîgît, kîsek vekir û got: "Di bin navê alîkariyê de komir belav kirine. Lê gava me xist sobeyê nedişewitîn. Me lê mêze kir ku ne komir e kevir e. Çend roj berê dewletê 30 torbe komir da me. Kîsên berê dihatin dayîn ne ev qasî giran bûn. Me kîs hemû birin hundur. Paşê me dît ku a di kîsan de kevir e. Me dîsa ew kîs derxistin derve û danîn qeraxa rê. Va ye hûn dibînin. Ev kîs 40 kîlo ye. A rast diviya ev qasî ne giran bûna." Yîgît, ji hundirê kîs kevir derxistin û nîşan dan û got: "Lê biner ev kevir e. Di nav de jî çend perçe komir heye. Ji ber komir tê de heye kevir jî reş bûne. Ji xwe gava tu dest didiyê tu fam dikî ku kevir e."    Hayriye Yîgît jî got: "Ji dêvla komirê kevir belav kirine. Em çawa dixin sobeyê wiha jî deridixin. Lê biner, ez ê van keviran bişom. Û hûn ê jî bibînin ku kevir e."    ‘HEGER BAWER NAKIN BILA WERIN MÊZE BIKIN'    Havva Sumer jî got: "Komira hatiye belavkirin naşewite. Me carekê avêt sobeyê û me hew avêt. Çimkî ne komir e, ên di kîs de kevir in. Ji bo taxê hemûyan qamyonek anîn û li vira belav kirin. Me got qey komir e, meger kevir e. Me jî dîsa anî û danî qeraxa rê."    ‘EM Ê BAVÊJIN SER SERGO'    Lokman Sumer jî got: "Komirên hatin belavkirin, gava em dixin sobeyê piştî wxtekê diteqin. Me sobeya xwe bi hezar lîreyî kirî, lê tûglayên sobeyê hemûyan şikand. Heger rayedar bawer nakin bila werin mêze bikin. A rast her kes bi vê rewşê dizane. A hatiye kirin ne alîkarî ye, çavboyaxkirin e. Îjar wê ev qas miletê feqîr vê zivistanê çi bike? A hatiye belavkirin ne komir, kevir e. Em ê bavêjin ser sergo."