Girtiyê nexweş ê parçeyên şarapnelê di canê wî de ne nayê tedawîkirin 2019-11-05 09:17:25 MÊRDÎN - Nûrî Koç, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê kurê wî yê nexweş Şeyhmûs Koç 3 sal in nayê tedawîkirin. Bav Koç, da zanîn ku di bedena kurê wî de perçeyên şarapnelê hene û tiliya wî ya girdê ya destê rastê nagire.  Li Nisêbîna Mêrdînê, di dema qedexeya derketina derve de ji 69 kesên di 26'ê Gulana 2016'an de hatin binçavkirin û paşê hatin girtin yek jê jî Şeyhmûs Koç e. Koç, nexweş e û 3 sal in nayê tedawîkirin. Her wiha Koç di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.    'ŞARAPNEL DI SÎNGA WÎ Û SERÊ WÎ DE YE'    Bav Nûrî Koç, çend roj berê çûye Girtîgeha Tîpa T a Tokatê û kurê xwe Şeyhmûs Koç dîtiye. Bav Koç, destnîşan kir ku kurê wî bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û hîn jî nehatiye tedawîkirin. Koç, anî ziman ku kurê wî birine nexweşxaneyê lê belê bijîşkan gotiye "tiştekî wî tuneye" û wî birine girtîgehê. koç, got: "Di sînga kurê min û serê wî de perçeyên şarapnelê hene. Tiliya wî ya girtî ya destê rastê nagire. Çawa tiştekî wî tuneye?"    Her wiha bav Koç, got: "Li girtîgehê radyoyên wan nadin, pirtûkan andin wan. Jimariya şipyakî li wan tê ferzkirin. Gava vê yekê nakin cezayê hevdîtinê û telefonê li wan tê birîn. Girtî li zindanê di zindanê de ne."    BANGAWAZΠ   Her wiha bav Koç, bal kişand ser mesafeya cihê ew lê dimînin û girtîgeha kurê xwe û got: "Ji bo em kurê xwe bibînin em 750 kîlometre rê diçin. Ev ji bo me rêyeke pir dêrij e. Bi zanebûnî wiha dikin. Divê dewlet li gor qanûnan tev bigere. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan bi van zext û zoriyan re rû bi rû bimînin. Li hemberî van pêkanînan em bang li gelê xwe dikin ku bi hesasiyet tev bigerin."    MA / Omer Akin