Dêra Mûşetê bûye cih û warê defînegeran 2019-11-05 09:16:27   MÛŞ  - Li Mûşê Dêra Meryem Ana ku piraniya dîwarên wê hilweşiyane û banê wê rûxiyaye hindik maye bi temamî xera bibe. Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr wekî qada sîtê ragihandibû, lê belê ji ber nehatiye parastin bûye warê defînegeran.    Li Mûşê Dêra Meryem Ana (Mûşet) a li Taxa Kaleyê hindik maye hilweşe. Dê, heta sala 1958'an jî milkê cemaweriyê bû, lê belê piştî Îdareya Taybet a Bajêr di sala 1958'an de erdê xwe yê li wir firotiye malbata Soylemez, dêr jî bûye milkê vê malbata navbirî.    Ji ber bêxwdîtiyê piraniya dîwarên dêrê hilweşiyane û banê wê jî rûxiyaye. Di malpera înternetê ya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Mûşê de dêr di nav qada sîtê de dixuyê, lê belê ji ber bêxwedîtiyê û neparastinê niha bûye cihwarê defînegeran.    Di 21'ê Cotmeha 2012'an de Taxa Kale wekî qada veguherandina bajêr hat îlankirin. Di nav vê qadê de Dêra Mûşetê jî heye.    Li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya 1'emîn a Mûşê doz hat vekirin û hat xwestin ku li vê taxê avahiyên mayînde bên çêkirin. Di nav vê qadê de dêr jî heye. Lê belê dadgehê biryar girt ku divê bi tu awayî kes dest nede dêrê.