Li Kêrîserê jin bi hevre amadekariya zivistanê dikin 2019-11-05 09:15:42 COLEMÊRG – Jinên li mezrika Kêrîser, pevre amadekariyên zivistanê dikin. Jin ji hêlekê zebzebên li nav baxçeyan berhev dikin û ji hêlekê ve jî konserveyan çê dikin û nan dipatin.  Li mezrika Kêrîser a gundê Dêzê yê Colemêrgê jin pev re amadekariyên zivistanê dikin. Hêdî hêdî bi hatina zivistanê re jin zebzebên li nav baxçeyan berhev dikin. Jin, hem konserveyan çê dikin hem jî nan dipatin.    PEVRE DIKIN    Emîne Yîgît ku ew û cînarên xwe pevre nan dipatin, bal kişand ser girîngiya piştevaniyê. Yîgît, got: "Em ji heyata xwe ya li gund kêfxweş in. Em alîkariya hev du dikin. Îro min nan dipat. Gorimam min û cînara min hatin alîkariya min. Gava karê wan jî çê dibe, ez diçim alîakriya wan. Em hev du bi tenê nahêlin. Loma jiyana li gund ji ya li bajêr bi aramtir e."    Leyla Yîgît jî anî ziman ku piştî zewiciye hatiye gund û got: "Li gund erdên me hene. Baxçeyên me hene. Li vira em alîakriya hev du dikin. Di her karî de em der û cînar alîkariya hev du dikin. Nexasim jî jin di kar de alîkariya hev du dikin. Niha rewşa aboriyê nebaş e. Her tişt biha bûye. Lê em li gund her tiştî diçînin. Em van karan jî pevre dikin. Em jin hem alîkairya hev du dikin hem jî bi hatina zivistanê re alîakriya hevjînên xwe dikin. Nexasim jî jinên li gund di vê demsalê de pir dixebitin. Çimkî em konserveyan çê dikin, tirşûy ê çê dikin. Bi vê çanda pevrebûnê em kêfxweş dibin."    MA / Hamza Gunduz