Sedema israra ji bo santrala nukleerê: Kar û rant 2019-11-05 09:15:06 MÊRSÎN – Rêvebirê Platforma Li Dijî Nukleerê (NKP) Osman Koçak, anî ziman ku li cîhanê gelek welat dev ji enerjiya nukleerê berdidin, lê belê Tirkiye di nukleerê de israr dike. Koçak, got sedema vê yekê "kar û rant" e.  Yek ji armancên AKP'ê yên ji bo 2023'yan santrala Nukleerê ya Akkûyûyê û ya din jî santrala nuklerê ya Sînopê ye. Tevî hemû îtirazan jî hikûmet dev ji projeyên çêkirina santralên nukleerê bernade. Rêvebirê Platforma Li Dijî Nukleerê (NKP) Osman Koçak, anî ziman ku li cîhanê gelek welat dev ji enerjiya nukleerê berdidin, lê belê Tirkiye di nukleerê de israr dike. Koçak, got sedema vê yekê "kar û rant" e.    'KARA ŞÎRKETÊN ALÎGIR TÊ PARVEKIRIN'    Koçak, ji bo Santrala Nukleerê ya Akkûyû ya Mêrsînê da zanîn ku bi harfiyatê tijekirina cihê santralê Cengîz Holdîng, çêkirina blokên betonî MEFA Endustrî girtine. Koçak, got: "Çend meh berê li santralê derz li betonê ketin. Ev derz li cihê ku MEFA'yê girtibû çê bûn. Her wiha karê înşeatê yê mayî jî dane fîrmaya ÎÇTAŞ'ê ku ev fîrma ya Îbrahîm Çeçen e."   Koçak, bilêv kir ku piştî derza çê bûye wan xwestiye lêkolînê bikin û ji bo vê serlêdan pêk anîne lê belê serlêdana wan hatiye redkirin û got: "Ne derfetek wiha dan NKP'ê ne jî dan pêkhateyên NKP'ê; Odeya Endezyarên Hawirdorê û Odeya Endezyarên ceryanê. Lê rabûn hin fîrma û rojnamevên din birin wir, xwarin dan wan û ew gerandin. Niha em nizanin rewşa li wir çî ye. Çimkî derfeteke me yî ku em lêkolîn bikin û bibînin tuneye."    Koçak, destnîşan kir ku di salên dawî de Almanya û Îspanya santralên nukleerê girtine û her diçe welatên din jî digirin.    'WÊ JI BÊRÎKA ME DERKEVE'    Koçak ku got "Tirkiye ji bo kar û rantê di santralên nukleerê de israr dike" û got: "Niha tevî hemû zem û bacan jî ceryana ku em bi kar tînin kîlowata wê ne 12,35 cent e jî. Lê belê wê Tirkiye bi teahudeke wekî ya ji bo rêyan û piran, ji bo ceryanê jî serê kîlwatê 12,35 centan bigire. Yanî gava santral bixebite wê ev 22 milyar dolarî bibe 70 milyar dolar û wê Tirkiye vî 70 milyar dolarî bie. Helbet wê ev xisar ji bêrîka me derkeve. Yanî wê gelên Tirkiyeyê bixisirin û wê şîrket qezenc bikin."    TENÊ NE PIRSGIRÊKA GELÊ HERÊMÊ YE!    Koçak, diyar kir ku têkoşîna wan a di warê hiqûqî de xitimiye û got, çimkî hikûmeta AKP'ê hiqûq bin pê kiriye û bi vê çi dixwaze dike. Koçak, destnîşan kir ku pirsgirêka santralê tenê ya pirsgirêka gelê herêmê ye û got: "Nukleer guh nade sînoran. Loma divê gelê Mêrsînê nerazîbûna xwe nîşan bide. Em dikarin bi vî awayî rê li ber vê karesatê bigirin."