Qeyûm nehişt endamên Meclîsê bikevin avahiya şaredariyê 2019-11-04 16:03:51 AMED – Qeyûmê tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin, endamên Meclîsê yên xwestin beşdarî civîna Meclîsê bibin destûr neda bikevin avahiyê.  Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî di 22’ê Cotmehê de Qeymeqamê navçeya Peyasa Amedê Unal Koç wek qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê hat kirin. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî xwestin beşdarî civîna mehane ya Meclîsê bibin. Qeyûm destûr neda endamên Meclîsê yên HDP’yî û polîsan bi hênceta “Fermana qeyûm heye” têketina HDP’iyan a avahiya Şaredariyê asteng kir. Li ser vê yekê HDP’iyan girtek girt.