Daneşîna doza 22 kesan ji bo aşkerakirina biryarê taloq bû 2019-11-04 14:24:26   MÊRDÎN - Hevşaredarê berê yê Dêrikê Abdulkerîm Erdem jî di nav de di doza 22 kesên ku bi cezayê muebetê tên darizandin de ji bo ku biryar bê aşkerakirin, daneşîn taloqî 20'ê Çileya 2020'an hat kirin.    Hevşaredarê berê yê Dêrikê Abdulkerîm Erdem ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin jî di nav de 10'emîn daneşîna 3 jê girtî 22 kesên ku bi cezayê muebetê tên darizandin, li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Hevşaredar Erdem ku bi şertê kontrola edlî ji derve ve tê darizandin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tevlî daneşînê nebû. Parêzer li daneşînê amade bûn.    Di daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de destpêkê mafê axaftinê dozger girt. Dozger, mutalaa xwe ya berê dubare kir û xwest bi bersûc bi angaşta "Xerakirina yekitiya dewletê û yekparebûna welat" bên cezakirin.    Paşê parêzerê Hevşaredar Erdem, Erdal Kûzû parastinê kir û daxwaz kir ku navnîşanên şahidên nepen ji dadgehê re bên ragihandin û dosyayeke a din muwekîlê wî bi vê dosyayê re bê yekkirin.   Dadgehê piştî vê yekê navbereke kurt da dadgehê û daxwazên parêzerên bersûcan red kir û biryara berdewam girtina girtiyan da û ji bo biryara xwe aşkera bike daneşînê taloqî 20'ê Çileya 2020'an de kir.