Rêveberiya Xweser: Em guhertina demografiyê bi tundî red dikin 2019-11-04 13:53:32 QAMIŞLO - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku bi tundî guhertina demografiya ku Tirkiye li ser axa wan ferz dikin red dikin.  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer, bertek nîşanî hewldanên ji bo guhertina demografyayê da û wiha got: "Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî guhertina demografî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine pêk tîne, red dike. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi çekên NATO`yê têne kuştin û kadroyên tendirûstiyê têne hedefgirtin."    Daxuyanî wiha ye:   “Zagonên navdewletî koçberkirina bi darê zorê weke valakirina derqanûnî pênase dike. Ev yek dikeve nava sûcên şer, sûcên qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê. Li gorî di sîstema Roma ya mirovî ya dadgeha cînayetên navdewletî re ku dûrxistina niştecihan, veguhestina bi darê zorê û kiryarên di çarçoveya firehkirina êrîşan û yên bêserûber li dijî komeke ji niştecihên sivîl weke sûceke li dijî mirovahiyê ye.   Madeya 49’an ji lihevkirina Cenevreyê ya 4’emîn a sala 1949’an veguhestina komî ya bi darê zorê yan jî tekane û dûrxistina wan ji herêmên ku têde dijîn ber bi xakeke din ve, qedexe kir. Lê ji bo berjewendiyên wan ji herêmên şer, têne dûrxistin.   BI ALÎKARIYA NY'ê PAQIJIYA ETKÎKÎ DIKIN   Piştî ku dewleta tirk a dagirker herêmên me yên di navbera Serêkaniyê heta Girê Spî ve dagir kir û piştî ku zêdetirî 300 hezar sivîl neçarî koçberiyê kir, ew ji mal, gund û bajarokên wan derxistin. Her wiha nexweşxane û binesazî rûxandin û îro jî hewl dide niştecîhan ji herêmên din bîne û wan li van herêman bi cih bike. Ev yek bi hevkariya NY’yê tê kirin û dixwazin armancên xwe yên siyasî pêk bînin. Her wiha armanc jê ku nasnameya herêmê were guhertin û guhertina demografyayê bi hinceta vegerandina koçberan pêk bînin.   ‘EM ŞOVENÎZMA  DEWLETA TIRK RED DIKIN   Em weke Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em siyaset û nêrînên şoven ên dewleta tirk red dikin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku têkeve nava liv û tevgerê da ku karesata li dijî şênî û niştecihên herêmê neyê kirin. Ev yek dê derî li pêşiya şerên neteweyî û civakî veke. Her wiha dê yekitiya civaka Sûriyeyê parçe bike û rê li pêşiya parçekirina Sûriyeyê, civak û erdnîgariya wê veke.   BANG LI NY'Ê KIRIN    Ji NY’yê dixwazin ku pêşniyara dewleta tirk a bicihkirina malbatên çeteyan li herêmên me paşguh bike, di heman demê de jî divê komîteya lêpirsîna rastî û şopandina kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê bike bê avakirin ku rewşa sivîlan ên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûne, bişopîne. Di gel ku binpêkirin û înfazkirina der heqê gelên sivîl de belge bike û projeya Tirkiyeyê ku dê zirarê bigihîna erdnîgariya herêmê û di encamê de nakokiyan derbixîne û aramiya herêmê tê bike, qedexe bike.   VEGERA PENABERÊN SÛRIYEYÊ    Piştî ku rewş arman bû û ger ku NY û hêzên aktîf garantiya ewlehiyê bidin, bi hezarên penaberên sûriyeyî yên ku penaber bûn dikarin li welatên wan vegerînin. Rêveberiya Xweser heta niha gelek caran destnîşan kiriye ku ger serpereştiya wê NY bike dikare alîkariyê bide. Bi vî awayî hem ji bo vegerê dê tirs û xof nemîne û hem jî pêşî li guherandina demografyaya herêmê bê girtin. Ji sedî 97 şêniyên Efrînê kurd bûn lê niha ev rêjeye daketiya ji sedî 25’ê. Her wiha malbatên çeteyên ku tewanên sûcên şer li ser in a li van herêman, tê wateya piştgiriya bi terorîzmê re.   Bêdengiya NY’yê ya li dijî dewleta tirk û projeyên wê yên nîjadperest, dê xizmetê ji pêşeroja Sûriyeyê û rola NY’yê ya aştiyê re neke. Daxwaza me ji NY’yê ew e ku zextê li dewlet tirk bikin da ku ji herêmên me yên dagir kirin derkeve û komkujiyan rawestîne. Ji ber ku ya ku dike binpêkirina zagonên navdewletî ye.”