Qeyûm bi qulûbeyên xwe yên 'ewlehiyê' vegeriya 2019-11-04 13:25:54 MÊRDÎN - Qeyûmê tayînê Şaredariyê Qoserê hat kirin, qulûbeyên ewlehiyê yên qeyûmê berê dîsa paşve anîn. Polîsên tevgera taybet jî, li ser banê avahiya şaredariyê hatin bicihkirin.     Wezîrê Karên Hundir, Hevşaredara Navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nilufer Elik Yilmaz a ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, ji sedî 70.45 qezenc kir, ji peywirê girt û li şûna wê Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Çam weke qeyûm tayîn kir. Hevşaredar û hilbijêr hatin ber avahiya şaredariyê, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bo karkerên şaredariyê jî roj destûr hat  dayîn.    ŞAREDARÎ VEGUHERAND QEREQOLÊ    Polîsan di saetên serê sibê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin û polîsên tevgera taybet, li ser banê avahiya şaredariyê hatin bicihkirin Li aliyê din, dema ku rêveberiya HDP’ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de şaredarî qezenc kir, qulûbeyên ewlehiyê yê qeyûmê berê rakiribûn. Lê qeyûm ev qulûbeyên ewlehiyê yên berî dîsa paş ve anîn. TIR’ên ku qulûbe anîn, di ketin û derketina şaredariyê de, hatin bicihkirin.    Endamên HDP’ê û welatiyên navçeyê yên li dijî tayînkirina qeyûm li ber avahiya şaredariyê kom bûne, rawestandina wan dewam dike.