Qeyûmê Erdîşê ewil ‘Pirtûkbês’ê kir armanca xwe 2019-11-04 11:55:33   WAN – Qeymeqam Nurî Mehmetbeyoglu yê wek qeyûmê tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin, otobusa ku ji aliyê Şaredariya HDP'ê ve veguherandibûn pirtûkxaneyê bir xeracê û wêneyên wêjevan û helbestvanê kurd ên li ser otobusê rakir.    Li Wanê Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn di 22’ê cotmehê de hat girtin û Qeymeqamê Erdîşê Nurî Mehmetbeyoglu wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Îcraeta ewil a qeyûm Mehmetbeyoglu rakirina wêneyên helbestvan û wêjevanê kurd bû. Şaredariya HDP’ê otobusekê veguherandibû pirtûkxaneyê û bi wêneyên helbestvan û wêjevanê kurd xemilandibû. Qeyûm otobusê ji navenda navçeyê rakir û bir xeracê. Wêne ji ser otobusê hatin rakirin û li xeracê park kirin.    Şaredariya HDP’ê navê “Pirtûkbês” li otobusê kiribû û wêneyên wêjevan û helbestvanê kurd ên mîna Ehmdê Xanê, Yaşar Kemal, Musa Anter (Apê Musa), Ahmet Arîf, Celadet Elî Bedirxan, Mehmet Uzun û Cegerxwîn lê kiribûn.    Şêniyên navçeyê eleqeyek mezin nîşanî “Pirtûkbêsê” dabûn û li navnîşanên cuda yên navçeyê dihat sekinandin. Bi taybetî pirtûxane ango Pirtûkbêsê xizmetê dida ciwanan û dem bi dem dersên tembûr, erbane û gîtarê jî dihat dayîn.