Li Îzmîrê Akademiya Mafê Mirovan dest pê dike 2019-11-04 11:32:00 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Akademiya Mafê Mirovan ku her sal li dar dixe, îsal di 9'ê Mijdarê de dest pê dike. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Akademiya Mafê Mirovan a Şeymûs Aydin ku her sal li dar dixe, îsal dê di navbera 9'ê Mijdarê û 7'ê Kanûnê de li dar bixe. Di çarçoveya bernameyê de dê Prof. Dr. Nîlgun Toker, Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn, Endamê Lîneya Rêveberiya Navendî ( LRN) ya ÎHD'ê Mûstafa Rollas, Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Alî Aydin, Parêzerê Hawirparêz  Arîf Alî Cangi, Psîkiyatrîst Turkcan Baykal, Lulufer Korukmez, Serokê berê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal û Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Îzmîr Coşkûn Ustercî di mijara mafê mirovan de waneyan bidin.   'QARNE QELS E'   Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek, têkildarî akademiyê axivî û diyar kir ku qarneyê mafê mirovan ê Tirkiyeyê yê dewletî û takekesî qels e û wiha got: "Divê bi baldarî li ser du mijarên ku di waneyên akademiyê de bên dawyîn bê rawestandin. Mijara yekemîn; çarçoveya teoriya têgeha mafê mirovan. Mijara duyemîn; di asta normatîf de pêkanîna şîroveya mafê mirovan. Dema ku me vê yekê kiriye, şertên her şaxê daye ber çav û li gorî vê sernavên mijaran diyar kiriye."     'RÛNIŞTANDINA DEMOKRASIYÊ'   Çîçek destnîşan kir ku dê akademî bi ser navê "Çarçoveya Teoriya Mafê Mirovan" dest pê bike û armannc dikin ku bi vê yekê weke teorî têgeha mafê mirovan bidine bi cihkirin. Çîçek têkildarî sernavê "Bêîtaetiya Sivîl û Mafê Redkirina Wijdanî" jî ev tişt gotin: "Me xwest li ser binpêkirinên ku herî zêde li Tirkiyeyê tê dîtin tevbigerin. Em bi difikirin ku bi armanca hê çêtir rûniştandina demokrasiyê, têgeha bêîtaetiya sivîl baş şîrove bikin."   'TÊGEHA PENABER'   Çîçek herî dawî bal kişand ser mijara penaberan û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Li herêma Egeyê mijara sereke penaber in. Koçberiya mirovan welatên mîna Sûriyeyê ya ji ber şer a ber bi Tirkiyeyê ve didome. Em ê di waneya xwe ya mafê penaberan de têgeha navneteweyî ya penaberan û çawaniya pêkanînên wê ya li Tirkiyeyê nîqaş bikin."   Bernameya akademiya ku li Navenda Çandê ya Turkan Saylan ya li Alsancakê pêk were wiha ye:     “09'ê Mijdarê: Çarçoveya Teoriya Mafê Mirovan-Nîlgun Toker, Bêîtaetiya Sivîl û Mafê Redkirina Wijdanî-Coşkûn Usterci   16'ê Mijdarê: Mafê Jinan û Raman û Azadiya Ramanê-Eren Keskîn, Mafê Zarokan-Alî Aydin    23'ê Mijdarê: Dîroka ÎHD'ê û Mafê Parastina Mafên Mirovan-Akin Bîrdal, Mafên Penaberan-Mûstafa Rollas   30'ê Mijdarê: Mafê Kêmaniya û Cihêkarî-Lulufer Korukmez, Qedexeya Îşkenceyê û Mafê Jiyanê-Turkcan Baykal   7'ê Kanûnê: Mafê Hawirdorê-Arif Alî Cangi, Taybetiyên Bingehîn ên Qanûna Mafê Mirovan û Taybetiyên Bingehîn ê Hiqûqa Însanî-Ozturk Turkdogan”