14 jinên siyasetmedar derxistin dadgehê 2019-11-04 11:23:04   WAN – Hevşaredara Serayê Caziye Duman jî di nav de 14 jinên siyasetmedar hatibûn binçavkirin derxistin Dadgeha Wanê.    Li Wanê di 1’ê Mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Hevşaredara Navçeya Seraya Wanê Caziye Duman jî di nav de 14 jinên siyasetmedarên hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan ji emniyetê derxistin Dadgeha Wanê û dê îfade bidin dozger. Siyasetmedar bi îdiaya “Li qada jinan a PKK/KCK’ê xebat birêve birine” tên sûcdarkirin.    Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî di 2'ê Mijdarê de qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Serayê Caziye Duman hatibû kirin.