Komeleyên herêmî: Tayînkirina qeyûman parçeyek ji konsepta şer e 2019-11-04 09:07:34 STENBOL – Rêveberên komeleyên bajarên herêmê yên li Stenbolê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman parçeyek konsepta şer e û xwestin her kes piştevaniya gelê kurd bike.  Heta niha li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî 3 jê bajarên mezin qeyûm tayînî 14 şaredariyên HDP’ê hatiye kirin. Ji aliyên civakê bertekên li dijî qeyûman dewam dikin. Rêveberên komeleyên bajarên herêmê yên li Stenbolê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê dan.    ‘TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DEWAMA KONSPETA ŞER E’    Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş da zanîn ku tayînkirina qeyûman tune hesibandina vîna gelê kurd e û got: “Bi ser de çûyîna ser HDP’ê û şaredariyên HDP’ê de dewama konsepta polîtîkaya şer e. Beriya niha jî vê konsepte xistin meriyetê. Tenê wateyek van polîtîkayan heye. Dibêjin ‘Ez we û vîna we nas nakim.’ Qeyûmên beriya niha di hilbijartinê de hatin qewirandin. Lê hikumeta ku tunekirina destkeftiyên gelê kurd xistiye hişê xwe dîsa dixwaze bi tayînkirina qeyûman kurdan bike armanc. Dixwazin deng û vîna gelê kurd têk bibin. Heke gel li dijî van qeyûman dengek bilind dernexe dê tayînkirina qeyûman dewam bike.”    ‘DIXWAZIN GELÊ KURD BER BI TARIYÊ VE BIBIN’    Serokê Federasyona Komeleyên Amedê Îhsan Çevîk jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman hiqûq û edaleta li vî welatî bi temamî ji holê hatiye rakirin û got: “Ev polîtîkayên qeyûman li dijî rûmeta însanan e. Desteserkirin û neheqiyek vekirî ye. Em berê jî gelek caran bûn şahid ku dewletê gelê kurd înkar kir. Lê tu carî wek niha di astake bilind de pêk nehatibû. Îktîdarek ku dixwaze gelê me bi temamî ber bi tariyê ve bibe heye. Her kesê dibêje ‘ez demokrat im, ronakbîr im û pêşverû me’ lazime piştevaniyê bide gelê kurd.”    ‘NAXWAZIN KURD BIBIN HÊZEK CÎHANÎ’    Serokê Komeleya Piştevaniya Navçeya Şaxê ya Wanê Şeref Yildiz jî desnîşan kir ku hikumet dixwaze bi tayînkirina qeyûman herêmê bixe bin kontrola xwe û got: “Belê belkî îro qeyûm tayînî gelek bajarên herêmê kirin, lê wê ev polîtîkaya qeyûman a li dijî gelê kurd bi ser nekeve. Dixwazin heyfa hilbijartinên li Stenbolê ji kurdan bistînin. Îktîdar bi van polîtîkayên xwe naxwaze ku Kurd li cîhanê bibin hêzek kurewî. Em bi ferasetek ku dixwaze kurdan, vîna wan û destkeftiyên wan ji holê rake re hevrû mane.”