ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-04 09:00:04 * Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî salvegera darbeya 4’ê Mijdarê ya li dijî partiya wan nirxand û got: “Hûn nikarin bi binçavkirin û girtina siyasetmedarên HDP’yî siyasetê asteng bikin. Çimkî HDP rih, evîn û dîroka têkoşînekê ye.” * Rêveberên komeleyên bajarên herêmê yên li Stenbolê diyar kirin ku tayînkirina qeyûman parçeyek konsepta şer e û xwestin her kes piştevaniya gelê kurd bike.   * Malbata Polat da zanîn ku wan 2 sal şûn de cenazeyê zarokê xwe yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû wergirtiye, lê dozgeriyê destûr nedaye wesiyeta zarokê wan pêk bê û cenaze nedihat nasîn.    * Zeytûnên navçeya Dêrika Mêrdînê bi nav û deng in. Lê îsal xwedî ango cotkarên zeytûnan ji xêrûbera zeytûnan ne memnûn bûn.    * Zarokên devliken ku diçin berrûyan berhev dikin û bi kîsikan tînin li ber Keleha Zerzevanê difiroşin serdanvanên kelehê, balê dikişînin ser xwe û dibêjin ew ê pereyê xwe li dibistanê xerc bikin.    * Suat Dozdar Şîmşek ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hat berdan da zanîn ku nameyên kurdî nadin girtiyan û nahêlin ku girtî jî nameyên bi kurdî binivîsînin.     * Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dest danî ser wêneyên xizm û hevalên girtiyan ji wan re ku şandin û hênceta desteserkirinê jî hejmara kesên di wêne de ji 3 kesan zêdetir e dane nîşandan.   * Bi hatina demsala payîzê re li gundê Saldaxa navçeya Pertagê hemû xweşikiya rengan li ber çavan e. Gelek xwezahez û wênegir diçin serdana gund.    * Danişîna doza Prz. Muzeyyen Boylu ya li Amedê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê têkildarî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP'ê û binpêkirina mafan li avahiya xwe rapora amade kiriye bi raya giştî re parve bike. (12.30)   *  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê dê deklerasyona bi ser navê "Em dest ji mafê xwe bernadin" li salona Baroyê ya Mêrsînê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.30)