Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin 2017-12-04 16:19:25   ŞIRNEX – Di kaneke komirê ya li Şirnexê de grîzû teqiya û 3 karker di binê axê de man. Ji bo karkeran rizgar bikin ji Zonguldak û Êlihê ekîbên rizgarkirinê hatin xwestin.   Di navbera bajaroka Gundikê Melê û gundê Kironê yê Şirnexê, di kana komirê de grîzû teqiya. Hat diyarkirin ku Abdurrahman Tunç û birayê wî Omer Tunç ên ji bo alavên xwe bigirin peyayê kanê bûn di hundur de man. Piştî her du bira ji kanê derneketin, Îdrîs Înal jî peyayê jêr bû û ew jî ji kanê derneket. Li ser vê welatiyan agahî da ekîbên AFAD û 112'an.     DI KANA KOMIRÊ DE GAZA METANÊ HAT KIFŞKIRIN   Piştî tevdîrên ewlehiyê hatin girtin, ekîbên AFAD'ê şandin herêmê û xebatên lêgerînê dest pê kirin. Hat diyarkirin li herêmê gaza metanê hatiye kifşkirin. Piştî xebatên demdirêj ên ekîban nebûn çare, ji Zonguldak û Êlihê ekîbên nû hatin xwestin.   Wekîla HDP'ê Aycan Îrmez a li herêmê ye, der barê xebatan de agahî da û ev tişt got: "Ekîbên AFAD'ê dan zanîn ku ew dema peyayê kanê bûne, wan 3 karker di nava avê de dîtine û her sê karker jî ji ser hişên xwe çûne. Fikarek heye dibêjin 3 karkeran jî jiyana xwe ji dest daye."   Îrmez aşkera kir ku li Şirnexê ekîbên pispor ên AFAD'ê tune ne û wiha axivî: "Li Şirnexê her dem di kana komirê de ax tep dibe û gaz diteqe. Nebûna ekîbên pispor pirsgirêkek mezin e."    Ji hêla din ve malbatên karkeran bi dilekî tengezar û bi êş li beda xizmên xwe ne û li cihê bûyerê dilorînin. Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş û heyeta pêre jî hat herêmê û der barê bûyerê de agahî standin.