Li Mûşê her cûre çalakî hatin qedexekirin 2019-11-03 20:33:11   MÛŞ - Walîtiya Mûşê bi dema 15 rojan hemû çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kir. Qedexe di 4'ê Mijdarê de dest pê dike û dê heta 18'ê mijdarê bidome.    Walîtiya Mûşê ragihand ku bi dema 15 rojan hemû daxuyanî, çalakî û şahiyên li nava bajêr qedexe kiriye. Qedexe dê roja 4'ê mijdarê saet di 00.01’an de dest pê bike û heta roja 18'ê mijdarê saet 23.59’an dewam bike.