Zeydan: Dadger û dozger ji bo berjwendiyên AKP'ê darazê binpê dikin 2019-11-03 19:00:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP'ê yê berê Abdullah Zeydan têkildarî neberdana xwe got: "Me carek din dît ku endamên darazê ji bo berjwendiyên AKP'ê Destûra Bingehîn binpê kirin. Wê ew dem were dê dadger û dozgerên di bin fermana AKP'ê de dixebitin jî nikaribin bikevin pêşiya têkçûna AKP'ê." Dadgeha Amedê derbarê parlamenterê HDP'ê yê berê Abdullah Zeydan di çarçoveya reforma nû ya darazê de biryara berdanê dabû. Lê dozger îtîrazî berdana Zeydan kir û dadgehê carek din biryara dewama girtina Zeydan da.    Zeydan ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku bi Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş re li heman qawîşê dimîne derbarê biryara dadgehê de daxuyaniyek nivîskî da.    Daxuyaniya Zeydan wiha ye.    "Pêvajoya li ser me tê meşandin, eleqeya wê bi darazê, edaletê û heqîqetê re nîne. Ji bo AKP bigihîje armancên xwe yên siyasî darazê li ser serê me wek şivekî (dar) bikar tîne. Em ji aliyê rikberên xwe yên siyasî ve dîl hatine girtin. Em li ser biryarên siyasî girtî ne.    Me carek din dît ku endamên darazêji bo berjwendiyên AKP'ê Destûra Bingehîn binpê kirin. Di pêvajoya em gihîştinê de em dibînin kî dibin fermana kî de ye. Wê ew dem were dê dadger û dozgerên di bin fermana AKP'ê de dixebitin jî nikaribin bikevin pêşiya têkçûna AKP'ê. Wê di vê hilbijartina pêşiya me de carek din xelkê me hesabê vê zilm û bêhiqûqiyê bipirse. Di her serdema dîrokê de ji bo aştî, demokrasî û wekheviyê têkoşîn hatiye dayîn. Lê di dawiyê de her tim bi ser ketine. Dê niha jî wisa bibe.    Tenê ne ez bi zilma AKP'ê re hevrû mame. Îro bi hezaran HDP'yî, dayikên aştiyê, aliyên muxalîf ên civakê bi vê zilmê re hevrû mane. Hêza têkoşerên azadî, demokrasî û aştiyê ji ya zilmdaran zêdetir e. Ez ê li ser baweriya azadî û aştî û demokrasiyê têkoşîna xwe dewam bikim."