Tirkiyê bijîşkan kir armanc: Bijîşkek hat kuştin û yek birîndar bû 2019-11-03 16:34:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi obîsan li konvoya xebatkarên tendirustiyê yên bi navê Freeboûr Managerê da. Di vê êrîşê de bijîşkekî ji Taylandê jiyana xwe ji dest da û bijîşkek jî birîndar bû. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Tirkiyeyê vê carê jî bi obîsan di navbera gundên El Raşîdiye û El Kasimiye yên Til Temir bi topan li konvoya xebatkarên saziya civaka sivîl a bi navê Freeboûr Manager dan. Di vê êrîşê de bijîşkekî ji Taylandê Zaw Senk (37) hat kuştin û bijîşkek jî birîndar bû. Hat zanîn ku Zaw Senk kameraman e jî û xebatên vê koma tendirustiyê qeyd dikirin.