Li Tûşbayê endamên meclîsa HDP’ê ji peywirê dûr kirin 2019-11-03 14:21:28 WAN – Li Şaredariya Tûşbayê, 4 endamên Meclîsa HDP’ê peywirê hatin dûr xistin. Li Şaredariya Navçeya Tûşba ya Wanê, 4 endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji peywirê dûr kirin. Wezareta Karê Hûndir bi hinceta lêpirsîna derbarê endamên Meclîsê Îsmet Tan, Mîzgîn Bor, Serap Guvenç û Hatîce Kiye bi rêve bir de, ji kar dûr xistin.     Ligel ku îro bazar jî, polîsan yek bi yek li deriyên mala endamên Meclîsê xistin û biyara Wezareta Karê Hûndir ji wan re ragihandin. Endamên Meclîsê yên ne li malên xwe bûn, polîsan bi telefonê li wan geriyan û agahiya dûr xistinê da endamên Meclîsê.