Tirkiye xizmetkarên tenduristiyê dike hedef û peymana Cenevre binpê dike 2019-11-03 12:33:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye, li pêş çavê hemû cîhanê li Rojava sûcê şer berdewam dike. Piştî sivîl kuştin, dibistan û nexweşxane bombe kirin; çekên kîmyewî û biyolojîk bikar anîn. Niha jî xebatkarên tenduristiyê dike hedef.  Derket holê ku Tirkiye û komên girêdayî wê li Bajaroka Sulukê ya Gire Spî di 13'ê Cotmehê de, dema ambulansa diçû hawariya birîndaran, 2 jê jin, 3 xizmetkarên tenduristiyê bi saxî dil girtin û piştre înfaz kirin.  Sûcê şer ku çeteyan kir, carek din li ser hesabê medya civakî hat parvekirin û aşkerekirin. Wêneyê îşkenceya ku li Xizmetkarên Tenduristiyê Sozgîn Efrîn, Medya Xelil Îsa hatiye kirin li ser medya civakî hat parvekirin.    Hiqûqa şerê çekdarî ango Hiqûqa Şer a Peymana Cenevre ya Navneteweyî, wekî çavkaniya bingehîn a mirovî ya navneteweyî tê zanîn. Li gorî xala 16'emîn a Peymanê dibêje: “Nexweşxaneya ku ji bo birîndar, nexweş, malûl û jinên ducanî tên amadekirin û xebatkarên nexweşxaneyê divê bi tu awayî rastî êrîşan neyên." Yanî li kîder cîhanê dibe bila bibe, divê xizmetkarên tenduristiyê yên biçûk û mezinan tedawî dikin rastî êrîşê neyên. Ger ku li dijî xizmetkarên tenduriustiyê êrîş pêk bê jî ev yek wekî sûcê şer tê qebûlkirin. Destnedayîna nexweşxaneyan û xizmetkarên tenduristiyê heye. Di heman demê de mafê wan ê ji bo mudaxaleyî birîndaran û nexweşan bike biçin qada şer jî heye.    Tirkiye bi heza TSK û OSO ji roja 9'ê Cotmehê ku dest bi êrîşan kir heta îro sûcê şer dike. Bi dehan caran sûcê şer kir.  Nexweşxaneya Serakaniyê ku bi tenê ye, di navbera 13/20'ê Cotmehê de bi dehan caran rastî êrîşan hat û hat bombekirin. Zêdeyî 120 birîndar li nexweşxaneyê hebûn. Dema birîndarên li nexweşxaneyê tahliye bûn jî rastî êrîşan hatin. Nûçegîhanê ANF'ê yê herêmê bi dîmenan nîşan da ku; Dema xizmetkarên tenduristiyê birîndar li nexweşxaneyê derman dikirin hat dîtin ku çawa di bin gule û êrîşan de dixebitin. Xizmetkarên tenduristiyê yên Serekaniyê jî şaidî kirin. Yên ku şopa çekên kîmyewî li ser bedena birîndaran tespît kirin û dîsa yên ku ev yek xistin bin qeydan dîsa bijîşk in.    GELEK CARAN ERÎŞÎ NEXWEŞXANEYAN KIR    Heyva Sor, yek ji saziya ku agahiya "xizmetkarên tenduristiyê raste rast dikin hedef" bi cemaweriyê re parve kiriye ye.  Rêvebara Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, diyar kir ku li herêmê bi taybetî ambulansan dikin hedef. Diyar kir ku ambuland di bin êrîşa bombeyan de birîndaran ji Serêkaniyê derdixin derve, mafê dermankirinê tê astengkirin. Tirkiyeyê peymana Cenevre tenê li Serêkaniyê îhlal nekir, Dosya wê ya sûc ji destpêkê heta niha pir tijî ye.  Heman sûc li Efrinê jî kiribû.    Di dema êrîşî Efrinê dikir de dîsa Nexweşxaneya li Avrînê bombe kiribûn. Gelek nexweşên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Her çend Tirkiye li ser bertekên navneteweyî vê yekê înkar bike jî dîmenên li nexweşxaneyê hatine kişandin, bû belgeya êrîşan û êrîş kir bin qeydan.  Dîsa di êrîşên dagirkeriya Efrinê de xizmetkarê tenduristiyê Şiyar Hecî Ebdo, dema li Cinderesê mudaxaleyî birîndaran dikir, rastî êrîşa dewleta tirk hat û jiyana xwe ji dest da. Tirkiye dema dorpêç û êrîşên li ser Nisêbîn, Cizir û Sûriyê jî dîsa xizmetkarê tenduristiyê li Nisêbîn û Cizîrê kiribûn hedef. Xizmetkarên ku çûn hawara birîndarên li jêrzemîna Cizîrê rastî êrîşê hatin. Destûr nedan ku ambulans biçe herêmê.    NEXWEŞXANE KIRIN WARGEHA POH û JOH'Ê    Li Cizîrê dema xizmetkarê tenduristiyê Aziz Yural bi hawara jina birîndar çû, ji aliyê esker û polîsan ve rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Dîsa li navçeyên Nisêbîn, Sûr û Şirnexê nexweşxane û xizmetkarên tenduristiyê bûn hedefa êrîşan. Nexweşxane  ji aliyê POH û JOH’ê ve kirin birgargeha eskerî.  Di êrîşan de xizmetkarên tenduristiyê Eyup Ergen û Şeyhmus Dursun jiyana xwe ji dest dan.