Li Licê piştî bombardomanê pevçûn derket 2019-11-03 11:31:31   AMED – Li çoltera Licê, duh bi şev piştî bombardomana helîkopter û balafiran pevçûn derket.    Helîkopteran duh bi şev çolterên gundên Sîse, Derxûs û Cînezor ên navçeya Licê ya Amedê bombebaran kirin. Dûre balafirên şer herêm dan ber bombeyan û helîkopterên skorsky jî leşker danîn herêmê. Hat diyar kirin ku pevçûna di nava leşker û HPG’iyan de derket, berdewam dike.     Ji herêma ku bi qazanan hat bombebaran kirin, derbarê birîndar û kuştiyan de tu agahî nehatin bi dest xistin.