Siyasetmedarên jin ên dibin çavan de wê sibê derxin edliyeyê 2019-11-03 11:08:12 WAN - 15 siyasetmedarên jin ên di nav de Hevşaredara Seravê Caziye Dûman jî heyî, li bendêye ku sibê derxistin Edeliya Wanê.  Polîsan di 1’ê Mijdarê de, li navend û navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê, Seravê û Artemêt ên Wanê bi ser malan de girtin û 15 siyasetmedarên jin ên dinav de Hevşaredara Navçeya Seravê Caziye Dûman jî heyî binçav kirin.    15 siyasetmedarên jin bi îdîaya “Di qada jinê ya PKK/KCK’ê de xebatan bi rêve dibin” li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin û li bendêye ku sibê sewqî edliyeyê bên kirin. Li gorî agahiyan; Dayika Aştiyê Keve Işik a 65 salî û aktîvîsta TJA Havva Derya ya ji mîda xwe nerehet ji ber xwarina di nezaretxanê de xwarin nexweş ketin.  Havva Derya ji ber nexweşiya xwe rakirin nexweşxanê û dûre cardin anîn ewlehiyê.    Navê jinên dibin çavan de wihane: Hevşaredara Seravê Caziye Dûman, Aktivîstên TJA’yê Rojbîn Akdogan û Havva Derya, Rêvebera HDP’ê ya Wanê Edîbe Babûr, Rêvebera DBP’ê ya Wanê Nerîman Ûrar, endamên meclîsa şarederiya HDP’ê Berken Kizilboga, Handan Karakoyûn û Serap Guvenç, endama KCD’ê Mûkaddest Karakoç, Dayika Aştiyê Keve Işik, Atiye Şen, Pervîn Ozgur û Kebîre Karakaya.