Li vî bajarê mezin tenê ew sefariyê dike 2019-11-03 09:10:13   EDENE – Li Çarşiya Kazancilar a dîrokî tenê sefarek maye û ew jî Hûlîsî Devecî yê 66 salî ye. Devecî, diyar kir ku mehê 6 hezar lîreyan qezenc dike, lê kes li cem wî naxebite.    Li Edeneyê tenê sefarek maye. Hûlîsî Devecî (66) yê li Çarşiya Kazancilar a dîrokî sefariyê dike, diyar kir ku 51 sal in vî karî dike û li bajêr tenê ew maye. Devecî, got: "Berê li ber Saeta Mezin û Çarşiya Kazancilarê nêzî 10 sefar hebûn. Lê niha li Edene û navçeyên wê tenê ez mame."    KES LI BA WÎ NAXEBITE   Devecî, da zanîn ku ji ber tenê maye mehê nêzî 6 hezar lîreyî qezenc dike, lê belê şagirtekî jî peyda nake ku vî akrî hînî wî bike û li cem wî beixebite. Devecî, got: "Ciwanên niha dibêjin 'wê li cem sefera ser çavê min reş bibe' naxebitin. Ji ber şagirtek tuneye, em jî nikarin vî karî hînî kesî bikin."