Qeymeqamtiyê ji bo biryara derbarê bêdestanê de got, biryarek 'bîrdozî' ye 2019-11-03 09:07:13   MÊRDÎN - Qeymeqamê Stewrê Bayram Turker, gava bûbû qeyûm bedestana (çarşiya sergirtî) ya şaredariyê tahsîsî qeymeqamtiyê kiribû. Lê piştî HDP'ê şaredarî bi dest xist, biryara hatibû girtin hat betalkirin. Qeymeqamtiyê jî ji bo vê biryarê got, "bîrdozî" ye û ji bo betalkirina wê serî li dadgehê da.    Di Mijdara 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariay Stewrê ya Mêrdînê hatibû kirin. Wezareta Karên Navxweyî Qeymeqamê Navçeyê Bayram Tirker kiribû qeyûm. Qeyûm Turker, beriya hilbijartina 31'ê Adarê Bedestan a Stewrê (çarşiya sergirtî) ji bo 10 salan tahsîsî qeymeqamtiyê kiribû û piştî vê biryarê bedestan wekî "Navenda Destekê ya Malbatê" hatibû bikaranîn.    Lê belê piştî şaredarî ket destê HDP'ê, meclîsa şaredariyê di civîna xwe ya meha Gulanê de biryara hatibû girtin betal kir û biryar ragiahnd qeymeqamtiyê. Qeyûm jî ji bo biryar bê betalkirin serî li dadgehê da. Qeyûm di serlêdana xwe de ji bo biryara meclîsa şaredariyê got, "bîrdozî" ye û xwest bê betalkirin.    Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, diyar kir ku piştî betalkirina biryarê hin rayedarên şaredariyê hevdîtin bi qeymeqam re çê kirine. Oncu, got: "Ji hevalê me re gotiye, tu îtirazeke qeymeqamtiyê tune ye. Lê paşê haya me jê çê bû ku çûne dadgehê." Oncu, destnîşan kir ku armnac ew e ku şaredariyê bitengijînin û zor û zehmetiyan bidin ber şaredariyê û got: "Lê em ê li hemberî vê biryarê têbikoşin. Ev ne biryareke siyasî an jî bîrdozî ye. Pêdiviya şaredariyê bi wê qadê heye û me li gor wê biryara girtiye."    MA / Ahmet Kanbal