Avahiya HDP'ê dan ber guleyan 2017-12-04 14:46:01 MÊRSÎN - Kesên nasnameya wan ne diyar, avahiya HDP'a Erdemliyê dan ber guleyan.   Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Erdemliyê ya Mêrsînê di saet 02.00'an de hat gulebarankirin. Hat gotin ku di avahiyê de zerara madî pêk hatiye, şibekeyên avahiyê şikestine û di dîwarê avahiyê de şopên gelek guleyan hene.   Endamên HDP'ê li ber avahiyê daxuyanî da û êrîş şermezar kirin. Rêvberê HDP'ê Îlhamî Yurtsever da zanîn ku ji ber axaftinên desthilatdariyê, di navbera civakan de qutbûn çê dibe û ev jî bi êrîşên wiha xwe dide der. Yurtsever aşkera kir ku ji hêlekî ve jî girtin û binçavkirinên li dijî hevalên wan dewam dikin û wiha got: "Avahiyên partiya me didin ber guleyan. Berî ku em kongreya navçeyê pêk bînin, êrîşeke wiha bi fikar e. Divê faîlên êrîşê bên dîtin."   Hevserokê navçeyê Mehmet Kadra jî nerazîbûn da nîşan û wiha axivî: "Bi vê êrîşê armanc dikin ku mirovan berdin hev. Dê ev êrîş negihêjin armanca xwe." Şêniyê taxê Yaşr Bulut jî piştrast kir ku dê êrîş bi ser nekevin.