Pêkhateyên Hesekê: Em bi QSD'ê re ne 2019-11-02 17:44:20   HESEKÊ - Bi deh hezaran ji pêkhateyên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, bi boneya Roja Rojava ya Cîhanê, daketin qadan û gotin: “Em dev ji axa xwe ber nadin û em bi QSD`ê re ne,”   Li bajarê Hesekê, bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê ji Kurd, Ereb, Sûryan û Ermen daketin qadan û piştgiriya berxwedana Rojava kir. Şêniyan wêneyên kesên di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan û alên QSD, YPJ, YPG û pankartên "Her der Rojava, her der berxwedan e", "2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava","QSD nûnertiya vîna me dike" hildan. Meş ji pêşiya taxa Miftî li bajarê Hesekê dest pê kir û ber bi qada şehîdan li taxê dewam kir. Li taxê, meş veguhirî mîtîngê, Hevseroka PYD`ê Eyşa Hiso axivî û berxwedana QSD`ê û gelên herêmê silav kir. Eyşa diyar kir ku aloziya Sûriyê bêyî itîrafa bi Rêveberiya Xweser a gelên herêmê çareser nabe û wiha dewam kir: “Bi saya lehengiya şervanan em gihaştin vê pêvajoyê, me gelek destkeftî û serkeftin pêk anî. Piştî têkbirina DAIŞ`ê êrişên hovan e li dijî me zêde bûn. Me jî rêya berxwedanê hilbijartiye."   Mîtîng bi dirûşmeyên "Qatil Erdogan" û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê bidawî bû.   DIRBÊSΠ   Bi hezaran şêniyên herêma Dirbêsiyê jî tevî beşdariya rûspiyên êlên Ereb, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl daketin qadan û meşek li dar xist. Di meşê de, şêniyan pankartên "2’ê Mijdara 2019’an Roja Cîhanê ya Rojava, her der Rojava ye , her der jî berxwedan e" û alên QSD’ê , YPJ, YPG’ê û Kongre Star hildan. Meş ji pêş Navneda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li tevahî kolanên bajêr ên sereke tevî diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê geriyan. Li Çerxeriya Şehîd Xemgîn meş veguhrî mîtîngê. Piştî deqeyeyke rêzgirtinê, şêxê êla El-Şemer Haşim Silêman El-Cerba bi navê êlên Ereb axivî û wiha got: "Îro, rojek pir mezin e. Roja rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên xaka xwe li dijî xetertirîn rêxistina terorîst a bi nûnertiya DAIŞ’ê û alîgirên wê û yên ku hê jî êrişên xwe li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, parastiye û diparêzin." Haşim da zanîn ku tevahî êlên Ereb û tevahî etnîkên wê, îro li dijî êrişên dewleta Tir û çeteyên wê li rex QSD’ê ne. Şêxê êla El-Şemer Haşim Silêman El-Cerba bang li tevahî êlên Ereb kir ku tev li refên QSD’ê bibin û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Li aliyekî din jî hevserokê Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) a navçeya Dirbêsiyê Silêman Xelîl axivî û bang li tevahî partiyên kurdî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bibin yek û bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bisekinin. Di dawiyê de Silêman Xelîl bang li dewletên Ewropayê kir ku bi lezgînî destwerdin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.   HOL    Bi sedan şêniyên navçeya Holê li naverasta navçeyê kom bûn û meşek ji bo boneya Roja Cîhanê ya piştgiriya bi Rojava re li dar xist. Şêniyan di meşa ku li naverasta navçeyê dest pê kiriye, alên QSD’ê, pankartên "Her der Rojava û her der berxwedan e" û wêneyên zarokên ku di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane hildan û dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û biratiya gelan beriz kirin. Meş li çerxereya têketina navçeyê veguhrî mîtîngê. Li vir, ji fermandarên QSD`ê Orya, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Yasir Mihemed, bi navê Kongre Star Menal Mihemed û bi navê Meclisa navçeya Hol endama rêveber Sacîda Hesen axivîn. Axêveran, Roja Cîhanê ya Piştgiriya bi Rojava, Berxwedana Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û diyar kir ku ew berxwedan êdî bû nuqteya destpêkê ya têkbirina terorê û tevahî komployên bi hewldana derbekirina destkeftiyên gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê. Li dawiyê axêveran îşaret pê kir ku gelên herêmê dê bi yek refî û di xendekê li gel hêzên xwe bin da ku êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bingeha kuştin û dizînê ne têk bibin.   Mîtîng bi dirûşmeya biratiya gelan bidawî bû.