Li Wanê berfê çiyayan spî kir 2019-11-02 16:33:46   WAN - Barana ku heta nîvro li Wanê bariya, piştî saetên nîvro li deverên bilind vegeriya berfê.    Li bejahiyên navçeyên Qelqelî, Bêgirî, Rêya Armûşê û Seravê yên Wanê berfa salê ya destpêkê bariya. Barana ku heta saetên nîvro bariya, piştî saetên nîvro li deverên bilind vegeriya berfê. Çiyayên Artos û Reş weke ku bûkanî li xwe bikin, bi berfa ku bariya spî bûn.