Li Mêrsînê ciwanên HDP’î hatin binçavkirin 2019-11-02 15:00:11   MÊRSÎN/EDENE - Li Mêrsînê, gelek kesên endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî, di nav de hatin binçavkirin. Li Edenê jî, 5 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê birêve bir de, polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de, gelek kesên endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk (HDP) yên Mêrsînê jî di nav de, hatin binçavkirin. Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê Tuba Salman, Şahîn Îlhan û Yilmaz Bûdak û gelek kesên bi wan re hatin binçavkirin birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.    EDENE     Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ceyhanê birêve bir de, duh di saetên serê sibê de,  bi ser malan de girtin, welatiyên binavê S.K., H.K.,Î.Z., V.Y. û H.Y. binçav kirin û piştî lêpirsîna wan a li ewlehiyê bi dawî bû, sewqî Edeliya Ceyhanê kirin.    Dozgerê îfadeya S.K., H.K., Î.Z., V.Y. û H.Y. girtin, bi hinceta parvekirinên li dijî şer ên li ser medya civakî, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî S.K., H.K., Î.Z., V.Y. û H.Y., serbest berdan.