Di Roja Rojava ya Cîhanê de gelê Rojava daketin qadan: QSD`ê îradeya me ye 2019-11-02 14:10:54   NAVENDA NUÇEYAN - Bi boneya 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê, bi deh hezaran gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û gotin: “QSD`ê îradeya me ye.” Bi armanca piştgirtiya QSD`ê û şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi deh hezaran gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. Li Şahba, Kobanê, Qamişlo û gelek navnedên din bi deh hezaran daketin qadan û Roja Rojava ya Cîhane pîroz kirin. Xwepêşandêran alên QSD`ê ku parastina gelê herêmê dikin û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin. Xwepêşandêran wêneyên kesên di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane û pankartên "Parastina Rojava bikin, QSD`ê vîna me ye, QSD`ê nûnertiya me dike û na ji dagirkeriya Tirkiyê re" hilgirtin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, rêveberiya bajêr, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, mirovî, ciwanan , oldarên ji hemû pêkhatiyan, Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Kildan û Turkmen tevlî meşan bûn.   Meş li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.