Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran hat berdan 2019-11-02 11:15:34   AMED - Hevşaredara Pasûrê ya berê Sadiye Suer Baran a li şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin û ev 2 sal bûn girtîbû, ji Girtîgeha Osmaniyeyê hat berdan.    Di 26'ê Kanûna 2016'an de bi Biryarnameya Di Hukmê Kanûnê de (KHK) qeymeqam Muhsin Çiçek wekî qeyûm tayînî ser Şaredariya Pasûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) hatibû kirin. Ji ber ku Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran dest nedabû qeyûm li ser gilîkirina endamên meclîsa AKP'ê hatibû binçavkirin. Bi hinceta destê qeyûm negirtiye û heqaret li Serokkomar kiriye 2 sal û nîv ceza lê hatibû birîn. Hat hînbûn ku divê Sadiye mehan berê bihata tehliyekirin lê ji ber infaza wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatibû şewitandin nehatibû tehliyekirin.      Piştî paketan reforma darazê hat erêkirin, Baran hat berdan. Baran ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Osmaniyê duh bi şev hat berdan û hat Amedê.