Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin 2017-12-04 14:31:59 ENQERE  - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê ku di 391’an de berdewan, polîsan êrîşî çalakvanan kirin û 5 kes bi lêdanê binçav kirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji kar hatin avêtin di roja 271’an de dom kir. Çalakiya kedarkên cemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 391’an de berdewam kir.    Mîna her rojê îro jî polîsan destûr neda çalakvan li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin û êrîşî çalakvanan kirin. Li ser vê yekê koma ku xwest li ber mertalên polîsan daxuyanî bidin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan pankarta çalakvanan çirand û çalakger derp kirin. Polîsên êrîş kirin, bi lêdanê 5 kes binçav kirin.