Qeyûm tayînê Şaredariya Seravê kirin 2019-11-02 09:50:35   WAN - Hevşaredara Seravê Caziye Dûman a dibin çavan de, ji peywirê girtin û qeyûm tayînê cihê wê kirin.    Hevşaredara Navçeya Seravê Ceziye Dûman duh di çarçoveya lêpirsîna derbarê siyasemedarên jin ên li Wanê de hat binçavkirin. Wezareta Karê Hûndir Dûman ji peywirê girt û qeyûm tayînê cihê wê kir. Wezaretê Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Halîs Aydin weke qeyûm tayînê cihê Dûman kir.    Bi Şaredariya Seravê re hejmera tayînakirina qeyûman ên şaredariyên HDP’ê, derket 14’an.