Mazlûm Abdî ji bo Roja Rojava ya Cîhanê bang kir 2019-11-02 09:41:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Abdî bi boneya 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê ev parvekirin kir: "Beşdarbûna mezin, wê bersivek bi hêz bide hemû terorîst û dostên terorîstan."   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Abdî, bi boneya 2'yê Mijdarê Roja  Rojava ya Cîhannê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek parve kirin. Abdî, di parvekirina kir de bal kişand ser girîngiya rojê û banga tevlîbûna çalakiyan li raya giştî kir.    Abdî di parvekirina xwe de ev peyam da: "Beşdarbûnek mezin a Roja Cîhanê ya Kobanê û Rojava, wê bibe nîşaneya wefadariya hemû gelên dost ên ji bo cangorî û têkoşîna gel û şervanên me yên li dijî terorê li ber xwe didin da ku cîhan bibe cihek aram û ewle. Beşdarbûna bêhempa ya vê rojê wê bibe bersîvek xurt a li dijî hemû terorîst û dostên terorê."