ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin 2017-12-04 14:23:53 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi daxuyaniyekî "Cilên yek reng" şermezar kir û ev tişt got: "Pêkanîna cilên yek reng ne tenê li dijî girtiyan, li ser civakê ferz dikin û bi vê civakê ceza dikin." Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê "Cilên yek reng" şermezar kir. gelek parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û diwîzên "Her kes cuda her kes wekhev e" û "Cilên yek reng îşkence ye" vekirin. Di daxuyaniyê de OHAL jî hat şermezarkirin û wêneyên girtiyan hat vekirin.   Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî berî daxuyaniyê axaftinek kir û piştrast kir ku pêkanîna "Cilên yek reng" tiştekî ku bê bi rêvebirin nîne û ev tişt got: "Destpêkê li girtîgehan ji bo tolê ji girtiyên 'FETO'yê bigirin ev pêkanîn xistin meryetê. Me destpêkê de jî ev wekî îşkence dît. Di salên 1980'yî de jî xwestin vê pêkanînê bixin meryetê. Girtiyên siyasî li dijî vê derketin û cil çirandin. Îro dîsa dixwazin vê pêkanînê bixin meryetê. Ev li dijî makeqanûnê ye. Em dizanin ku li hin girtîgehan dixwazin vê zextê bikin û em ê li dijî vê têkoşînê dewam bikin."   'DARIZANDIN TÊ BINPÊKIRIN'   Endama ÎHD'a Stenbolê Sevîm Kalman daxuyanî xwend, destnîşan kir ku piştî derbeya 1980'yî berxwedaneke mezin li dijî "Cilên yek reng" deketiye pêş û bi vê berxwdanê re ev pêkanîn ji holê hatiye rakirin û wiha got: "Dixwazin mirovan di nav van cilên yek reng de wan hemûyan bişibînin hev. Ev tunekirin e. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, kesên bi cilên yek reng tînin rûniştinê, dozger bi çavê sûcdaran li wan mêze dikin.  Ev jî li dijî exlaqê ye. Mafê darizandina adil ji holê tê rakirin."