Hevşaredar bi awayekî kelemçekirî birin Kayseriyê 2019-11-02 09:09:27   AMED - Hat diyarkirin ku dema hevşaredar Selçûk Mizrakli, Kezîban Yilmaz û Rojda Nazlier ji Amedê birine Girtîgeha Kayseriyê, di hundirê rîngê de destê wan kelemçe kirine û di rêya 10 saetan de wesayît li tu deran nesekiniye.  Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê OHD), li Girtîgeha T2 a Bunyan a Kayseriyê û li Girtîgeha Jina ya Bunyanê, çûn serdana hevşaredar Selçûk Mizrakli, Kezîban Yilmaz û Rojda Nazlier ku qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin. Li gorî parêzeran ragihand ku, dema hevşaredar ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Kayseriyê hatine kirin, di hundurê rîngê de ew xistine hucreyên cuda. Sewq 10 saetan dewam kiriye û heta wan birine Kayseriyê destê wan kelemçekirî bûye. Parêzeran, ragihandin di rê de rîng qet nesekiniye û di rê de heqaret li hevşaredaran hatiye kirin. Parêzeran got: "Rojda Nazlierê, diyar kiriye ku ji ber qama wê dirêj e bi zor di hucreyê de bi cih bûye û ji ber vê di rê de pir êşiyaye."     Parêzeran anîn ziman ku moralê hevşaredaran baş bûye û di hevdîtinê de Mizrakli gotiye: "Niha hiqûqa dijminatiyê pêk tê. Hinceta ji bo dûrxistina ji peywirê çi be, hinceta sewqkirinê jî ew e. Me nizanibû me dibin kuderê. Gava em hatin em pê hesiyan ku em hatine kîjan girtîgehê. A pêk tê hiqûqa dijminahiyê ye. Wê berxwedan û têkoşîna hevalên me yên li derve rewşa me diyar bike. Tu hêviyeke me ji hiqûqê tuneye. Bi vî awayî malbatên me jî tên cezakirin."    EM Ê NEÇIN DADGEHÊ   Parêzeran ragihand ku Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz jî gotiye: "Eger careke din me sewq bikin û bi awayekî kelemçekirî bibin em ê neçin dadgehan."