Wê jin di Mijdarê de dakevin qadan 2019-11-02 09:07:40 WAN – Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî cinayetên jinan, qirkirina çandî, îstismarkirina zarokan û talankirina xwezayê di dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" kampanyayek dabû destpêkirin. Wê endamên TJA'yê di çarçoveya vê kampanyayê de, di meha Mijdarê de dakevin qadan.  Kampanyaya 6 mehî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piya" di meha xwe ya çaran de ye. Endamên TJA'yê di çarçoveya vê kampanyayê de li Wanê bi gelek jinan re li hev kom bûn, civînên gel çê kirin, çalakiyên dengbêjiyî li dar xistin, alîkariya penaberan kirin, çûn serdana koçberan û bal kişandin ser talankirina xwezayê. Wê TJA, di meha Mijdarê de jî gelek çalakiyan li dar bixe û dakeve qadan.    'EM Ê LI QADAN BIN'    Endama TJA'yê Rojbîn Bor, bilêv kir ku kampanyaya wan ji meha Tîrmehê ve didome û got, heta niha hema bêje çûne hemû taxên Wanê, hevdîtin bi jin û zarokên penaber re kirine û hewl dane pirsgirêkên wan hel bikin.    Bor, destnîşan kir ku ew ê tim li qadan bin û li hemû qadên jiyanê dengê xwe bilind bikin û got: "Îdiaya me tenê ne azadkirina jinê ye, di heman demê de guherîn û veguherîna mêr jî. Em ê di meha Mijdarê de jî bi boneya Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Jinê hin çalakiyan li dar bixin. Di mehên borî de bi dehan jin întihar kirin û cinayet pêk hatin. Em ê tim li ser xeta ku mafên mirovan diparêze bin. Wê çalakiyên me TJA'yê bi vî awayî bidomin."    'MÊR JÎ DIXWAZIN TEV LI VEGUHERÎNÊ BIBIN'    Bor, anî ziman ku jinên di warê aboriyê de azad in jî û jinên kedkar ên li malê jî ji ber feraseta zilam mexdûr in û got: "Tehekuma feraseta zilam heye. Ev feraset jinê nahesibîne, bin pê dike û nabîne. A rast em li gelek qadan bi pirsgirêkên hîn cudatir re rû bi rû dimînin. Gava em çûn serdana jinên penaber, gotin em muxataban nabînin, meseleyên wan ên tenduristî bi proseduran ve hatine girêdan û ji ber vê bi talûkeyên mezin re rû bi rû dimînin. Feraseteke ku kuştina jinê wekî heq dibîne heye.  Em ji vê re dibêjin cinayeta erkî, întiharkirina jinêt une ye, zilam dibe sedema vê. Di meha dawî de 5 jinan întihar kir. Her wiha jinên ku nikarin daxilî jiyana civakiyî bibin, nikarin dengê xwe bilind bikin, tim tên binpêkirin û nayên dîtin hene. Îjar TJA di vî warî de hewl dide ku jin dengê xwe bilind bikin. Êdî tenê ne jin, mêr jî dixwazin tevî atolyeyên me û veguherînê bibin."    Her wiha Bor, detnîşan kir ku di hemû xebatan de bi astengî û zextên polîsan re rû bi rû dimînin û got: "Em ê li dijî feraseta zilamî ya bi polîtîkayn qeyûmî navendên jinan girtin bitêkoşin. Em dibêjin 'Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piya, ji bo parastina xwe û xweseriya xwe tu jî rabe ser piya, tu jî ji bo aştiyeke bi rûmet rabe ser piya."    BANG LI JINÊN WANÊ KIR    Endama TJA'yê Havar Derya jî destnîşan kir ku di xebatên xwe de hewl didin pêwendiyê bi hemû jinan re deynin û got: "Bernameyên me yên 'xweparastin maf e' pir başd erbas bûn. Di Qanûna Bingehîn de tê gotin 'xweparastina mafê her kesî ye.' Em jin em ê çawa karibin li hemberî zilaman xweparastina xwe pêk bînin? Mijarên civakî, aborî û gelekê din hatin nîqaşkirin. Jin tenê ne di warê fizîkî de, di warê aborî, derûnî û civakiyî de jî bi şidetê re rû bi rû dimînin. Îjar li hemberî vê wê reflkesa jinê çi be, çawa me me hemû nîqaş kirin. Wê piştevanî û desteka me ya ji bo jinan bidome."    Derya, da zanîn ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Jinê ew û jinên wanî dê li hev kom bibin û got: "Em bang li jinan dikin ku li hemberî şidetê em dakevin qadan."