ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2019'AN 2019-11-02 09:00:30 * Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtiyê bi navê Mûstafa Demîrbaş, ji ber ku silav dabû hevalê xwe derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî vê meheh cezayê qedexekirina çalakiyan lê hat birîn. Desteya girtîgehê di biryara xwe de got: "Maf û azadiyeke mehkûman ku silavê bidin tuneye."    * Tirkiye hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, penaberên ne ji wê herêmê ne bi cih bike. Lê belê sûriyeyiyên li Amedê, diyar kirin ku ew der ne herêmeke ewle ye naxwazin vegerin.    * Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN a Amedê Bakî Ondeş, destnîşan kir ku ji her aliyî ve êrîş li ser destkeftiyên kurdan hene û got, divê kurd bên cem hev û bi hev re li hemberî êrîşan bitêkoşin.    * Li Kûşadasiyê ku piraniya karkerên çandiniyê kurd in, havînan li ber germê û zivistanê jî di bin baranê de dixebitin, lê belê berambariya vê ked û tahba wan tenê 70 lîre ye. Karkeran bal kişand ser zor û zehmtiyan û gotin, sîgorteya karkerên ji bajarên din tên tê razandin, lê belê ew bi yewmiyeyê tên xebitandin.    * Tevgera Jinên Azad (TJA), li hemberî cinayetên jinan, qirkirina çandî, îstismarkirina zarokan û talankirina xwezayê di dirûşmeya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" kampanyayek dabû destpêkirin. Wê endamên TJA'yê di çarçoveya vê kampanyayê de, di meha Mijdarê de dakevin qadan.    * Hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin got: "Bila li ser wî guhî ranekevin, em ê bêdeng nemînin. Em ê tim bi çemika wan bigirin."    * Jinên tev li kursên Şaredariya Qersê bûn, bi keviran û hevîrê seramîkê dikin pitik. Jin pitikan bi motîfên deverî çê dikin.    * Hat diyarkirin ku gava hevşaredar Selçûk Mizrakli, Kezîban Yilmaz û Rojda Nazlier ji Amedê birine Girtîgeha Kayseriyê, di hundirê rîngê de destê wan hatiye kelemçekirin û rê 10 saetan dewam kiriye û wesayît li tu derî nesekiniye.    * Baroya Îzmirê û Sendîkaya dadgeran, dê li Navenda Çandê ya Hikmet Şimşek a Karşiyaka komxebeta "Reforma Daraza Navneteweyî" li dar bixin. (10.00)     * Odeya Tabîban a Amedê, Kovara Hekîm û Civakê û Şaxa SES'ê ya Amedê dê du rojan “Rojên tenduristiya gel a Mezopotamya ya Dr. Îlhan Diken" li dar bixin. (10.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin re bê cem hev. (11.00)   * Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan dê li Amed, Îzmir û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên şemiyê berdewam bikin. (12.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin, dê li Qada Galatasarayê di hefteya762'an de dîsa kom bibn û bixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. (12.00)     * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, dê geşedanên di nava hefteyê de li avahiya KCD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Komîsyona Girtigehan a ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "'Rûniştina F" di hefteya 396'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Rêxistinên HDP'ê yên Amed, Edene û Antalya bi boneya Roja Rojava ya Cîhanê li avahiyên xwe civînên çapemeniyê li dar bixe. (14.00-15.00)   * Platforma Jin bi Hevre bi Hêzin a Îzmirê dê bi şîara "Ji kuştina jin û zarokan re na" li Îskeleya Karşiyaka daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)