Hevjînê Eylem Tîller hat girtin 2017-12-04 14:13:16 RIHA - Hatibû îdiakirin ku li Wêranşarê Eylem Tîller întixar kiriye. Lê hevjînê wê Huseyîn Tîller bi hinceta bersûcê kuştina hevjîna xwe ye, hat girtin.  Li navçeya Wêranşara Rihayê di 20’ê Cotmehê de, hatibû îdiakirin ku Eylem Tiller întixar kiriye, lê hevjînê wê Huseyîn Tîller bi sûcê kuştina hevjîna xwe hat girtin. Huseyîn Tîller, piştî bûyerê çend caran hat binçavkirin û berdan. Herî dawî Tîller di 20’ê Mijdarê de hat binçavkirin û bi hinceta bersûcê kuştina Eyem Tîller e, hat girtin.    Hat îdiakirin ku Huseyîn Tîller û malbata xwe her dem li Eylem Tîller dixistin û şidet lê dikirin. Li ser şidetê Tiller xwestiye serî li qereqolê bide û giliyên wan bike. Rojek berî vê gotinê, hat îdiakiirn ku Tîller xwe kuştiye. Malbata Tîller diyar kir ku keça wan her dem şidet dîtiye û ev demek dirêj dewam kiriye û wiha got: "Digot hevjînê wê zarokên wê kuştin û ji bo vê yekê çûye gel dozger û gilî kiriye."    Her wiha hat aşkera kirin ku biraya veşartî danîne ser dosyayê.